
Desthilata dadwerî di Şoreşa Eylûlê de
Cewad Mistefa Stopeyî
Ev pirtûk ji pêşgotinek û çar beşan û albûma wêneyan pêk hatiye. Beşa yekem a vê pirtûkê derbarê damezrandin û birêvebirina dadgehan di Şoreşa Eylûlê de wek damezrandina yekem dadgeha bilind a şoreşê, karûbarên dadwerî di Şoreşa Eylûlê de, cure û şêwaza damezrandina dadgehan di serdema Şoreşa Eylûlê de, çêkirina dadgehan û mercên damezrandina wan, astengiyên li ber dadgehan, çaksaziyên civakî yên Şoreşa Eylûlê û hinek ji dadwerên Şoreşa Eylûlê . Beşa duyem a pirtûkê behsa hinek ji dezgeh û saziyên Şoreşa Eylûlê dike, wek Emîndariya Giştî ya Edl û Weqfan, Encûmena Bilind a Kargêriya lîwayên Kurdistanê û Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê. Beşa sêyem behsa dengvedana dadperweriya Şoreşa Eylûlê dike, wek rola dadgehan di yekalîkirina kêşeyan de, piştevaniya şoreşê ji biryarên qaziyê şerî, çend nimûneyên ji dadperweriya serok Mela Mistefa Barzanî û helwesta leşkerê şoreşger ê Kurdistanê li hember dîlên şer. Beşa çarem derbarê hinek ji zanayên olî yên nav şoreşê de ye wek wan melayên ku erkê qaziyê şerî ji wan re hatibû spartin, wan zanayên olî yên ku li Derwe yê desthilata Şoreşa Eylûlê kariya qaziyê şerî kirine, hinek ji wan melayên ku rola yekalîker di çareserkirina kêşeyên civakî de hebû, wan mamostayên ku endamên lijneya bilind a fetwayê bûn.










































