Pirtûka dengî
Pêgeya Balekayetî di Şoreşa Eylûlê de 1961 - 1975
Ev pirtûk hejmara 9 ya rêze pirtûkên (60 saliya Şoreşa Eylûlê (1961-1975)) e, ku ji pêşgotinek û sê beşan û pêvekekê pêk hatiye. Beşa yekem a pirtûkê behsa kurteyekê ji dîroka Balekayetî beriya sala 1961 û destpêkirina Şoreşa Eylûlê dike û çar teweran dihewîne ku behsa reh û rîşalên navê Balek û cihê erdnîgariya Balekayetî û navlêkirina navçe û eşîrê bi Balek, aliyê kargêrî û pêkhateya hozayetî ya navçeyê, rol û helwesta xelkê Balekayetî di bûyer û pêşhatên navçeyê de di salên Şerê Cîhanî yê Yekem (1914-1918) û dema desthilata Îngîlîzan û dubare hatina Tirkan bo navçeyê û beşdariya wan di hikûmeta Îraqê de, di şoreşên Kurdî yên piştî Şerê Cîhanî yê Yekem sala (1961) dike. Beşa duyem behsa bûyerên destpêka şoreşê li Balekayetî û rizgarkirina wê û bûna wê wek baregeha serkirdayetiya Şoreşa Eylûlê dike û ji çar teweran pêk hatiye ku behsa Balekayetî di dema navbera hinek ji...

Niha
Beşa yekem
Deng tê barkirin...
Lez





