Di rêzeşerên Şoreşa Eylûlê ya pîroz de di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê de, di 25ê Hezîrana 1965an de şerekî mezin di navbera Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge de li herêma Çwartayê û çiyayê Ezmerê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê qewimî. Çwarta navendeke qezayê ya girîng û stratejîk bû ji bo Hêzên Pêşmerge.
Amadekarî
Di 25ê Hezîrana sala 1965an de artêşê bi beşdariya lîwayên (pêncem) û (bîstem) bi armanca dagirkirina herêmê û şopandina Hêzên Pêşmerge êrîş kir, êrîşî çiyayê Ezmerê kir di firsendeke ku Hêzên Pêşmerge li bendê nebûn, şer gelek tund û xwînî bû û rojekê dom kir, ku Artêşa Iraqê Hêzên Pêşmerge têk bir û tevahiya çiyayê Ezmerê û herêma Çwartayê dagir kir.
Ev serkeftina Artêşa Iraqê, di encama nebûna şiyana Hêzên Pêşmerge ya ji bo berevanîkirinê li herêmê bû, û li gorî şerên din Hêzên Pêşmerge zêde berevanî nekir, û serkeftina Artêşa Iraqê bandoreke mezin li ser moralê gel bi giştî û Pêşmerge bi taybetî kir, di heman demê de Artêşa Iraqê bi serkeftina xwe ya ku di wî şerî de bi dest xistibû, serbilind bû.
Çavkanî:1- Arşîva Komîsyona Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


