Sala 1975an saleke reş bû di dîroka Kurdistanê de, ji ber ku ne tenê şoreş, belkî hêviya rizgarbûnê jî bi carekê re hilweşiya, şikest çûbû nav senger û hundirê civakê û canê her kurdekî, tîrêjeke hêviyê nema ku bikare bi zehmetî berçavê xelkê ronî bike, bi dehan hezar Pêşmergeyên dilsozên şoreşê rastî sergerdanî û malwêraniyê hatin û di kûrahiya xwe de hesret û azar dikişandin. 

       Diyar e ew rewş tenê salekê dom kir dema ku di nîveka sala 1976an de serkirdatiya şoreşê xwe rêxistin kir û careke din zengila destpêka şoreşeke din a çekdarî lê da li hember neyaran û ewên ku bi plana navneteweyî Şoreşa Eylûlê têk birin, êdî careke din hêvî û omêd ji bo şoreşgeran vegeriya û çalakiyên Pêşmerge li cihên cuda yên Başûrê Kurdistanê ber bi bilindbûnê ve çûn. Di rastiyê de gelek in ew şer û destanên ku Pêşmerge di dîroka Şoreşa Gulanê da li gelek navçeyên Kurdistanê tomar kirin, karîn derbên mezin li ew bingeh û serbazgeh û dezgehên ku dikevin ber nîşana çekên wan bixin,

      Yek ji wan destanên mezin û dîrokî ku bi destê Hêzên Pêşmerge hat tomar kirin destana Kanî Sêf û Çomerêsê ya Çiyayê Qoçê bû li ser rêya Seyîd Sadiq – Pêncwênê, di 20ê çiriya pêşîn a 1980î de, dema ku hêzeke Pêşmerge bi çekên sivik ên ser milên xwe re bi hêzeke artêşa Îraqê ya tijî çekên giran û sivik ketin şer, tevî ew hêza ku di şer de rûbirûyê Pêşmerge bû, hikûmeta Îraqê bi rêya helîkopteran hêzeke mezin a din jî li navçeyê daxist ji bo piştgiriya hêzên xwe, lê ew ne bû cihê tirsa Pêşmerge û sarbûna ji şer, belkî berdewamî dan şer heta ku karîn derbeke mezin û bandorker li wan bixin, di encama dawî ya wê destanê de hejmareke mezin a leşkerên artêşa Îraqê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, herwiha efserek bi pileya neqîbê firokevanî bi navê Ehmed Îsmaîl Eqîlî bi dîlî ket destê Pêşmerge.

       Lê ewê cihê mixabiniyê ye û perdeya şermezariyê ye li hember xebat û qurbanîdanê di pênav armanceke pîroz de, helwesta neşiya û peritîbûnê ye di şoreşê de, her piştî bidawîhatina şer û serkeftina Pêşmerge di wê destanê de li ser artêşa Îraqê, hêzeke ser bi Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê li navçeya Kanî Mangawê ji nişkê ve peyda bûn, ji paş ve êrîşî Hêzên Pêşmerge kirin, piştî şerekî germ û xwînî du Pêşmerge bi navên Mihemed Werdewale û Azad Şêx Qadir şehîd bûn. 

     Çavkanî:
  1. Cemal Fethullah Teyib: Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurd le Başûrî Kurdistan 1976-1980, çapa yekem, çapxaneya Şehab, Hewlêr-2012. 

  2. Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek le xizmet Barzanîda, berga duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021.

  3. Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.