Jînenîgarî

Cadir Cangîr Cadir Di sala 1924an de li gundê Mîrozî yê ser bi nahyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li Yekîtiya Sovyetê zewicî ye. Zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî û Rûsî dizanîbû. Di sala 1953an de li Yekîtiya Sovyetê di encama qezayeke trafîkê de koça dawî kir û li wir hat veşartin. 

Rûpelên têkoşînê

Di sala 1943an de tevlî refên Şoreşa duyema Barzan bû. Beşdarî şerên Nehêlê û destgirtina bi ser yekîneya topavêj a Nehêlê û navendên polîsan ên navçeya Barzan bû. Di 19ê Tebaxa 1945an de bi fermana Dadgeha Serbazî ya Iraqê hemû mal û milkên wî yên hatinî û nehatinî hatin desteser kirin. Di 11ê Çiriya Pêşîn a 1945an de piştî şikesta Şoreşa Barzan bi hevaltiya Mistefa Barzanî û hevalên wî derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Piştî damezrandina Komara Kurdistanê ya Demokratîk li Mehabadê di 31ê Adara 1946an de, di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji komarê kir.

 

Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzan ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerên Neqede û Şino li Rojhilatê Kurdistanê bû. Di nav refên Pêşmergeyên hevalên xwe de bû ku di 19/4/1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Brazkere) derbasî axa Bakurê Kurdistanê û ji wir bo navçeyên Şêrwan û Mizûrî vegeriya.
Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 15/5/1947an de li gundê Arkûşê hevdîtinek bi hevalên xwe re kir û ew li ser mayîn an çûna bo Yekîtiya Sovyetê serbest hiştin. Li wir hemû hevalên wî biryar dan ku berdewam bikin û ber bi Yekîtiya Sovyetê ve biçin. Di 23ê Gulana 1947an de bi General Mistefa Barzanî re çû Yekîtiya Sovyetê. Beşdarî şerên Qetur û Pira Makoyê bû. Piştî westandineke mezin, di 18ê Hezîrana 1947an de derbasî çemê Aras bû, ku li ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de ye.

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevalên wî li bajarê Nexçivan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan di komelgeheke vekirî ya bi têlên dirî dorpêçkirî de hatin girtin û leşkeran ew diparastin. Ji aliyê xwarin, cil û berg û hatûçûnê ve wekî dîlên şer bi wan re hat kirin. Bi biryara hikûmeta Sovyetê piştre li navçeyên Axdam, Lacîn, Eyûlax û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatin belavkirin. Di 10ê Çiriya Pêşîn a 1947an de bo kampeke li ser Deryaya Xezerê li paytexta Komara Azerbaycanê Bakû hatin veguhastin. Di 23ê heman mehê de cilên serbazî wergirtin û rojane heşt saetan bi çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê perwerdeya serbazî didîtin. Di heman demê de, rojane çar saetan ji aliyê hin hevalên xwe yên xwendewar ve dersên fêrbûna zimanê Kurdî didîtin.

Piştî reftarên xerab ên Ce'fer Baqirov li hember hevalên wî, Barzanî biryar da ku koma xwe ya serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Azerbaycanê bo komelgeha Cerjûk a nêzîkî paytexta Ozbekistanê Taşkentê veguhezîne, li wir perwerdeya xwe ya serbazî berdewam kirin.

Di Adara 1949an de, ew û hevalên wî bi şêweyê komên bi trênê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û li zeviyên Kolxozê (erdê ku xelkê ji hikûmetê kirê dikir û piştre para hikûmetê jê didan) kar kirin.

Piştî hewldanên mezin û şandina çend nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, Stalîn di dawiyê de nameyek wergirt ku Barzanî tê de behsa azarên hevalên xwe dikir. Stalîn tavilê biryar da ku komîsyonek ji bo lêkolîna rewşa hevalên Barzanî were avakirin. Biryara komîsyonê di dawiyê de ew bû ku ew li bajarê Frîvskî bên komkirin, lewra di Çiriya Paşîn a 1951an de çû bajarê Frîvskî yê Sovyetê.

Çavkanî

- Hemîd Gerdî, Puxteteyî mêjûname, çapî yekem, (Hewlêr - Dezgayî çap û biławkirdineweyî Aras - çapxaneyî wezaretyî perwerde - 2004z).

- Heyder Farûq Es-Samirayî, Diya Ce'fer û dûre sîyasî û îqtîsadî fî El-Iraq, (Londûn – Dar El-Hîkme- 2016m).

- Zerar Silêman Beg Dergeleyî, Bîreweriyekanm le sałanî 1943-1977da, (Silêmanî - çapxaneyî Rehend - 2002z).

- Şe'ban Elî Şe'ban, Hendêk zaniyarî siyasî û mêjûyî, çapî sêyem, (Hewlêr - çapxaneyî Rojhelat - 2013z).

- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîretî Barzan le nêwan 1931-1991, çapî yekem, (Hewlêr - çapxaneyî wezaretyî roşenbîrî - 2001z).

Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapî yekem, (Silêmanî - çapxaneyî Peywend- 2011z).

- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - çapxaneyî Xebat - 1998z).

- Arşîvî heyetî mûsû'eyî Partî Dîmukratî Kurdistan.