Şehîd Cemal Ezîz Muhemmed Ehmed bi navê Cemal Dolsorî hatiye naskirin, di sala 1961ê de li gundê Dolsorî ser bi nahiyeya Nalparêz a qezaya Pêncwênê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û ajaldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye.
XebatnameŞehîd Cemal Dolsorî di sala 1979an de bûye Pêşmerge di batalyona Enwerê Hacî Osman de ser bi Hêza Surên a Lîjneya Navçeyê ya Pêncwênê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Beşdarî di şerê serbazgeha Seraw a rejîma Beis û şerê binkeya hewalgiriya rejîma Beis li komelgeha Şanêr a Deşta Şarezûrê û şerê caşên Deşta Şarezûrê di sala 1982an de kiriye.
Şehîd Cemal Dolsorî di sala 1982an de di şerê caşên Deşta Şarezûrê li gundê Qumaş, di şerekî bêwêne de şopandina artêş û caşan dike, lê li nêzîkî çemê gundê Qumaş dikeve kemîna caşên rejîmê û bi çend fîşekan birîndar dibe, ji bo xwe ji destê caş û Artêşa Iraqê rizgar bike xwe davêje nava çemê gund, lê bi birîndarî gulebaran dikin û li wir Şehîd dibe.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





