Jînenîgarî

Cewher Bapîr Hemedemîn Yûsif di sala 1954an de li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, derçûyê qonaxa navendî bûye, bûye fermanber di dîwana rewşenbîrî ya parêzgeha Hewlêrê, Şehîd Cewher Bapîr xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Wehbîye Abas e û xwediyê du keçan bûye bi navên Mîdya û Mehabad.

Xebatname

Şehîd Cewher Bapîr di sala 1985an de bûye kadroyê rêkxistina şaneyên nihênî yên lîqa duyem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li nav bajarê Hewlêrê, ku di wê demê de Mam Umer serpereştiyarê şaneya nihênî bûye.

Di rêkefta 11ê adara 1991ê de çek hildaye û bûye Pêşmerge di mefreza Mam Umer de ku ser bi Pêşmergeyên lîqa duyem bûye, her di heman rojê de li nêzîkî gundê Hesaroçk a parêzgeha Hewlêrê ketine kemîna serbazên rejîma Beis û Cewher Bapîr Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.