Destana çiyayê Heybet Sultan di 25ê hezîrana 1963an de qewimî, dema ku hikûmeta Îraqê kampanyaya leşkerî û êrîşkarî li ser Kurdistanê ji nû ve da destpêkirin, her çend di êrîşa yekem de artêş û çekdarên kirêgirtî rastî şikesteke mezin hatin û ziyaneke mezin dîtin, lê di êrîşa duyem de karîn çiyayê Heybet Sultan bigirin, ji ber ku Pêşmerge hêzên xwe paş ve kişandin bo navçeya Ranya û Bêtwatê.
Havîna sala 1963an hikûmeta Îraqê bi planeke rêkxistî ya karesatbar şer li ser Kurdistanê sepand, pişta xwe da gotûbêj û rêçareyên aştiyane û kampanyaya wêrankirina bajar û gundên Kurdistanê ji nû ve da destpêkirin, bi taybetî ew navçeyên ku di bin desthilata şoreşê de bûn, ev piştî wê tê ku Beasiyan bi rêya derbeyeke leşkerî karîn kursiya desthilatê li Îraqê bigirin dest.
Piştî dagirkirina bajarê Koye û encamdana komkujiya welatiyên sivîl ên bajêr ku tê de bi dehan kesên bêguneh bi fermana Teha Şekerçî fermandeyê hêza leşkerî ya Artêşa Îraqê bo ser Koye, hêza Pêşmerge neçar ma paş ve bikişe bo çiyayê Heybet Sultan, ji bo ku li çiyê xeta berevaniyê ava bikin, li gorî wê fermana ku ji wan re hatibû kirin hêzeke din a Pêşmerge ji baregeha Pîrerê ve bo bihêzkirina wê xeta berevaniyê çû, yek ji wan bi fermandeyê Faris Bawe û yê din di bin çavdêriya Weso Dizeyî de bû.
Hikûmeta Îraqê amadekariya temam a êrîşeke mezin bo çiyayê Heybet Sultan kir li berê rojhilatê bajarê Koye ku li ser bajêr dinêre bi çavdêriya Eqîd Seîd Hemo fermandeyê lîwaya pênc a firqeya du, hêza Pêşmerge jî bi fermandariya Umer Debabe ligel hêzeke din a Pêşmerge bi fermandariya Ebdullah Pişderî piştgirî lê dihat kirin û erka berevanî û parastina navçeyê li ser wan bû.
Di 25ê hezîrana 1963an de Artêşa Îraqê bi piştgiriya hêzeke çekdarên kirêgirtî (caş) û çend yekeyên zirîpoş û ketîbeyeke topavêj êrîşî sengerên Pêşmerge kirin, herwiha bi bombebarana asmanî rê ji bo vê êrîşê hat xweşkirin, şerekî germ di navbera hêza êrîşker û berevaniya Pêşmerge de dest pê kir heta êvarê berdewam bû, di encamê de şikesteke berçav ber bi artêş û caşan ve çû, di heman demê de ziyaneke mezin dîtin ku çendîn laşên kuştiyan li meydana şer de man, li hemberî wê di hêza Pêşmerge de şehîdek û sê birîndar hebûn.
Piştî serkeftinê fermandeyê wê mihwerê ya şer Umer Debabe di broskeyekê de bo Mistefa Barzanî rêberê şoreşê û mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, tê de rewşa şer û encamên wê ronî kir herwiha ew yek jî xiste ber behsê ku pêwîstiya wî bi fîşekan heye.
Piştî demekê Artêşa Îraqê hêzên xwe ji nû ve rêk xist û dest bi amadekariya êrîşeke din kir, du fewcên piyade yên din jî bi hawara wan ve hatin bo alîkariya wan, êdî bîr li wê yekê kir ku di şiyanê de ye careke din êrîşî sengerên Pêşmerge bike, lê vê carê pir bi dijwarî êrîş û êrîşên xwe dest pê kirin, topbaran û bombebaranên wan bi cureyekê çir bûn li ser sengerên Pêşmerge ku xwe ragirtin pir zehmet bû, herwiha kêm bûna fîşek û kelûpelên şerî girifteke din a Pêşmerge bû lewma wan bi baş zanî wê xeta berevaniyê vala bikin û ber bi Bêtwatê û Ranyeyê ve bikişin, bi wê pîvanê Artêşa Îraqê karî serkeftinê bi ser çiyayê Heybet Sultan de bîne û dest bi ser de bigire. Bi girtina çiyê hikûmetê li wê navçeyê dest ji êrîşkarî berda, paşê beşek ji wan hêzên ku di wê şerî de beşdar bûn çûn ba wan hêzên ku êrîşî navçeya Mêrgesorê kirin.
Piştî bidawîhatina êrîşê û pêkanîna armancê ji aliyê Artêşa Îraqê ve bo demekê şer û êrîşên Artêşa Îraqê hêmin bûn û navçeyê heta radeyekê aramî dît, ev derfeteke guncaw bû bo hêza Pêşmerge ku hêzên xwe ji nû ve rêk bixin û bi şêweyê partîzanî berdewamiyê bidin xebata şoreşgerî, biryar hat dan ku baregehên Pêşmerge li çend gundên navçeyê ava bikin bo vê yekê çend gund hatin diyarkirin.
Çavkanî:
1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem 2004.
2- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê avakirin û hilweşandin 1961- 1975, çapa çarem, 2021.
3- Xoşewî Elî Kanîelincî, Bîranînên Ezîz Qazî Sûrçî, çapxaneya Danîşfer, Hewlêr, 2023.
4- Xurşîd Şêre, Xebat û Xwîn, bîranînên salên xebata pêşmergatiyê, çapa sêyem, Hewlêr, 2015.
5- Seyîd Kake, Bîranîna pêşmergeyekî, çapxaneya wezareta rewşenbîrî, çapa yekem, 1997.
6- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bîroxî, berga yekem çapa duyem, Tirkiye, 2021.





