Ebdulla Mihemed Kerîm Hacî, sala 1932an li gundê Ceme Reşê yê devera Şemîranê ya ser bi qezaya Derbendîxanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, Ebdulla Mihemed xwedî malbat bûye û navê hevjîna wî Oba Mihemed bûye û xwedî du kuran bûye bi navên Hadî û Mehdî, di sala 1968an de Şehîd bûne.
XebatnameŞehîd Ebdulla Mihemed, sala 1961ê bûye Pêşmerge li Hêzên Şemîranê, ku di wê demê de Hêzên Şemîranê hêzeke serbixwe bûye û Şehîd Heme Şemîranî fermandeyê wê bûye û ferman ji serkirdatiya şoreşê wergirtiye, herwiha sînorê çalakiya vê hêzê li devera Şemîranê û devera Newrolî bûye zêdetir, lê piştî avakirina pêkhateya serbazî Şoreşa Eylûlê di sala 1965an de ev hêz wek hêzeke serbixwe ma û hat xistin ser Hêzên Xebatê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Beşdarî şerên Çiyayê Zimnako, şerê Derbendîxanê, şerên Deşta Şarezûrê û şerê Helebceyê bûye.
Di 16ê hezîrana 1968an de Kurdên kirêgirtî yên rejîmê yên bi navê Kolwane Sor êrîş kirine ser sengerên Pêşmerge li devera Şemîranê û Çiyayê Zimnako, Ebdulla Mihemed Kerîm li sengerê gundê Kanî Kewê yê devera Şemîranê fîşek bi wî ketiye û Şehîd bûne, di heman êrîşa Kolwane Soran de Heme Şemîranî bi giranî birîndar bûye.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




