Jînenîgarî

Ebdullah Casim Beg Tahir, sala 1922 li gundê Xêrzok a nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1961 li deşta Berazgir a nahiyeya Sîdekan Şehîd bûne.

Xebatname

Di 22ê gulana 1947an de yaweriya ceneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê geliyê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgeheke li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji wan re hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Ce'fer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê ceneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbece biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û beşdarî şerên wê kiriye, heman salê Şehîd bûne.

Serçave:

1- Hamîd Gewherî, Mîdalyayê Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteyê mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

3- Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).

6- Ebdullah Xefûr, Ferhengî cografyayê Hewlêr, (Hewlêr - Belavkirawên Akademiyayê Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê Şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).

9- Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sûre 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexdad - Dar El-Reşîd lîl-Neşr - 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyê rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z). 

11- Necef Qulî Pisyan, Li Mehabadê xwînawî ve heta lîwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).

12- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.