Şehîd Ebdullah Ehmed di sala 1934an de li gundê Sazî yê ser bi nahiyeya Altûn Koprî ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, Ebdullah Ehmed xêzandar bûye û navê hevjîna wî Se'diye Nûrî bûye û xwediyê kurek û kçekê bûne.
Sala 1963an peywendî bi Şoreşa Eylûlê dike û dibe Pêşmerge di batalyona yekê ya Şivan de bi fermandariya Heme Sûr Huseyn ser bi Hêza Rizgarî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Sala 1965an Ebdullah Ehmed û hevsengerekî wî bi navê Heme Salih li nêzîkî nahiyeya Pirdê ketine bosiya serbazî ya wê demê ya Îraqê û piştî rûbirûbûnê, Ebdullah Ehmed Şehîd dibe û Heme Salih bi birîndarî xwe rizgar dike.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




