Şehîd Ebdullah Reza nasnavê wî Şêx Ebdullah e, di sala 1937an de li gundê Şêxanî Şêx Bizênî yê ser bi nahiyeya Axcelerê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, di xwendinê de asta seretayî li hicreya şêxên Şêx Bizênî temam kiriye. Ebdullah Reza xwediyê du malbatan bûye bi navên Se'diye Necîm û Se'diye Elî û xwediyê şeş kur û du keçan bûye bi navên Fatîh, Nasih, Serdar, Serwet, Saman, Serwer, Necîbe, Hacer. Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Şino rûniştî bû.
Di şalawe sêyemîn a Enfalê de di meha 3 ya sala 1988an a devera Germiyanê, Se'diye Elî ya hevjîna wî û çar kur û yek keç bi navên Serdar, Serwet, Saman, Serwer, Necîbe ketine ber şalawa Enfalê û heta niha jî cihê wan ne diyar e.
Şehîd Ebdullah Reza di sala 1954an de peywendî bi Hacî Şêx Qadir berpirsiyarê rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê li devera Germiyan û Kerkûkê kiriye û bûye endam di rêxistinên nihênî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di sala 1956an de bi sedema çalakiyeke tenzîmî li nahiyeya Axcelerê hatiye girtin û piştre hatiye veguhastin bo emnê Çemçemal û piştre jî bo feyleqa Kerkûkê, herwiha piştî du salan di zindanê de di sala 1958an de hatiye azadkirin, di sala 1962an de peywendî bi rêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li liqa yekê ya batalyona du ya Axcelerê bi fermandeyiya Şehîd Erîf Îsmaîl di hêza Rizgarî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge.
Beşdarî şerên Şoreşa Eylûlê wek şerê Çinarit û Axceler, Çemê Rêzan, Xalxalan, şerê Xaneqîn, Derbendîxan, şerê Hacî Omeran kiriye, di Sala 1964 pileya serpel li liqa yekê ya batalyona du ya Axcelerê wergirtiye û di sala 1967an de bûye berpirsiyarê nivîsgeha (mekteba eskerî) ya leşkerî ya liqa yekê ya wê batalyonê.
Şehîd Ebdullah Reza di sala 1977an de di awareyiyê de careke din bûye Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê û peywendî bi liqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, di heman demê de pileya kargêrî ya lijneya navçeya Şiwanê ya ser bi liqa sê wergirtiye.
Di meha hezîrana sala 1979an de Ebdullah Reza û 11 hevsengerên wî bi fermana serwerên xwe û bi çavsariya Welîd Ebû Şewarib hatine şandin bo nahiyeya Meydanê ya ser bi qezaya Xaneqînê ji bo rêgirtin û şopandina wan malbatên ereb ên ku li devera ku bi mebesta erebkirina Kurdistanê hatibûn niştecîkirin, Ebdullah Reza û hevsengerên wî du helmetên xwe di du demên cuda de bi serkeftî encam dane, lê di dema vegerê de ji bo helmeta sêyemîn û di Berwarî 7ê hezîrana 1979an de ji aliyê emnê giştî ya Be's li Xaneqînê rêya wan hatiye mînrijkirin, di encamê de mîn bi otomobîla wan de teqiya ye û Ebdullah Reza û her 11 hevsengerên wî Şehîd bûne. Piştre ji aliyê kadroyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve li wê deverê cenazeyên wan hatine veguhastin welatê Îranê û ji aliyê serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û malbatên wan ve li bajarê Şino yê welatê Îranê spartine axê.
Çavkanî:1. Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


