Sala 1976an piştî hilgirsa Şoreşa Gulanê û rêkxistina organên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarên Îranê, ew jî bi hemahengî li gel birayên xwe li bajarê Sawe dest bi rêkxistina partayetî dike, sala 1985an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê dike û dibe Pêşmerge û beşdarî çendîn şerên li navçeyên Xinêre û Lolan û navçeyên azadkirî yên şoreşê dibe. Sala 1988an beşdarî Dastana Xwakurkê dijî Artêşa Îraqê dibe.
Sala 1991ê piştî vegera xwe ji koçberiya li welatê Îranê, li gel birayê xwe Memederreş di Hêza 60an de wek cîgirê batalyona Rewandizê dibe Pêşmerge, di şeva 7ê çiriya pêşîn a 1992an de li çiyayê Zerara li devera Bradostê di dema erka parastina serweriya yasayê de bi destê çekdarên PKKê tê şehîdkirin.
Çavkanî:1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




