Ebdulrehman Hebîb Ebûbekir, sala 1927an li gundê Bêdarunê ser bi nahiyeya Gôrêtu ya qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, bi eslê xwe xelkê gundê Pêresalê ye, di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyî Komara Tirkiyeyê bûye. Piştî çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê sala 1950î jiyana hevserî ligel Dîlyara Estarûna Îslam pêk aniye, kurek û keçek wan hebûye bi navên Cemîle (1951) û Mucahîd (1955). Ebdulrehman Hebîb li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û sala 1953yan bawernameya peymangehê li Zanîngeha Part Şkola wergirtiye, sala 1958an bawernameya bakaloryosê di beşa dîrokê ya Zanîngeha Asyaya Navîn de bi dest xistiye, di 28ê kanûna duyem a 2001ê de koça dawî kiriye û li goristana Pêresalê hatiye veşartin.
XebatnameEbdulrehman Hebîb Ebûbekir di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî neskoya şoreşa duyem a Barzan ligel malbata xwe berê xwe dide Başûrê Kurdistanê, piştî rûxana Komarê û vegera wî bo Başûrê Kurdistanê, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirûkî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêborîna giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyane Kurdistanê. Piştî hilgirsiya Şoreşa Eylûlê beşdarî şoreşê dibe û di şeran de beşdar dibe.
Çavkanî:1-Hevpeyvîna kovara Metîn, Hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîranînêt xwe digêrît, beşê duyê, kovara Metîn, leqê êkê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 48, xula sêyê, Dihok, çapxana Hawar, kanûna duyê 1996z.
2-Hemîd Gerdî, Puxteyê dîroknameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
3-Sefer Yûsif Mîrxan Şajûkî, di bîranîna 50 saliya vegera hevalên Barzanîyê nemir ji Yekîtiya Sovyetê bo axa Kurdistanê, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3148, Hewlêr, 16 nîsana 2009z.
4-Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
5-Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
6-Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
7-Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, çapxaneya Kurdistan, înî, 15 nîsana 1959.
8-Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
9-Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





