Şehîd Ebdulrehman Yûsif Hamid, sala 1942an li gundê Çelkî li nahyeya Dêrelûk (Deşta Zê) ser bi qezaya Amêdiyê a parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Xêzandar bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Şino nîştecih bûye.

Sala 1961an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li devera Akrê û Şêxan bûye Pêşmerge, sala 1964an çûye devera Pişder. Sala 1966an pileya serpelî wergirt û di piraniya şerên Sengeser û Mengûr de beşdarî kiriye. Sala 1968an beşdarî azadkirina bajarê Qeladizê kiriye.

Sala 1976an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye, sala 1983an li çiyayê Qendîl Şehîd bûne.

Çavkanî:

1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.