Jînenîgarî

Ebdulrehîm Cesîm, sala 1925 li gundê Pêndro yê ser bi nahiya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di 1ê îlona 1983an de li çiyayê Qendîlê şehîd bûye.

Xebatname

Piştî nesko ya şoreşa yekem a Barzan di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbatê awareyê Komara Tirkiyeyê bûye, paşê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve radestî dewleta Îraqê tê kirin û tê veguhastin bo başûrê Îraqê.

Sala 1945an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha leşkerî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin.

  Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û her di destpêka rêçê de li gundê Dirê bi sedema bordûmana firokeyên hêza asmanî ya Îraqê birîndar bûye û piştî çareseriya seretayî di rêçê de berdewam dike û di şerên rêçê de beşdar bûye. Piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalan bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li kîlgehên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewra navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalan bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Sala 1960î bo dema şeş mehan ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye destbesserkirin. Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şerê Nehlê de beşdar bûye û di wî şerî de birîndar bûye, herwiha di şerên Geliyê Spî, Awgenî, Eyn Zale, çiyayê Metîn beşdar bûye, cîgirê fermandeyê batalyona hêza Helgurd bûye û beşdarî şerê Dukanê kiriye, sala 1969an cîgirê fermandeyê hêza Kawe bûye û di payîza heman salê de beşdarî êrîşa ser ûrdûgaya artêşa Îraqê kiriye, sala 1970yî dibe fermandeyê hêza Hemrîn li navçeya Sûrçiyan, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê, wek penaber rû dike Şahnişîna Îranê û li komelgeha Zêwe nîştecih dibe û paşê tê veguhastin bo bajarê Esfehanê û paşê li bajarê Şehreza nîştecih dibe, sala 1980yî wek fermande beşdarî Şoreşa Gulanê bûye.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  3. Hemîd Gerdî, Roja Kurdî li Mêjûyê da, çapa yekem, (Hewlêr - Rêveberiya Çapxaneya Rewşenbîrî – 2005).
  4. Heyder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer we Dewrê El-Siyasî we El-Iqtîsadî fî El-Îraq, (Londûn – Dar El-Hîkme – 2016)
  5. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî – 1997).
  6. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat – 1998).
  7.