Elî Mistefa Osman, di sala 1951ê de li gundê Şedelana ser bi nahiyeya Sûrdaş a qezaya Dûkan a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotkarî û ajaldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xwedî malbat bûye û xwedî çar kur û sê keçan bûye, di sala 1975an de piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Xanê niştecî bûye. Di sala 1976an de vegeriyaye bajarê Silêmaniyê. 

Di sala 1969an de peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û li lîqa du bi fermandeyiya Şêx Ebdulxaliq Şedelayî, ser bi batalyona sêyem a Sûrdaş bi fermandeyiya Fatih Heme Reş, di Hêza Rizgariyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge, beşdarî şerê Çiyayê Qeredax, şerê Çiyayê Bemoyê, şerê Çiyayê Sûrdaş, şerê Baziyan, şerê Çiyayê Gulanê, şerê Çiyayê Zozik û şerê Hacî Omeran kiriye.

Di sala 1991ê de di raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê de, peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û çek hildaye û bûye Pêşmergeyê lijneya navçeya Dûkan a ser bi lîqa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê. 

Di 7ê Adara 1991ê de Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîş birine ser avahiya Emne Sûreke ya Silêmaniyê, ji aliyê hêza emnî ya Îraqê ve rûbirûyê Hêzên Pêşmerge bûne û di encamê de Elî Mistefa Şehîd bûne. Piştî girtina baregeha Emne Sûreke û azadkirina bajarê Silêmaniyê, hevsengerên wî termê Şehîd Elî Mistefa li goristana Ablax a bajarê Silêmaniyê spartine axê. 

Çavkanî: 

1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.