Jînenîgarî

Enayet Ehmed Mehmûd Wesalî di sala 1939an de li gundê Qulmîtkanê ya ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, navê dayika wî Sebriye ye û xwediyê çar birayan e bi navên Elî, Letîf, Tofîq, di sala 1965an de şehîd bûne.

Xebatname

Enayet Ehmed Mehmûd di sala 1961ê de peywendî bi rêzên Şoreşa Eylûlê dike û di leqa Heme Gulpiyê de dibe Pêşmerge li sînorê Deşta Şarezûr û Hewramanê, beşdarî hemû dostanên Deşta Şarezûrê dibe, di berwarî 1ê tîrmeha 1965an de Hêzên Pêşmerge kemînekê ji bo karwanê leşkerî yê hikûmeta Îraqê datînin li pira Zelmê ku ber bi bajarê Helebce û Hewramanê ve diçûn, piştî şerekî giran ê çend demjimêran karîne zirêpoşeke dijmin têk bişkînin, lê ji ber zêdebûna hejmara zirêpoşan û bordûmana berdewam li ser wan, Enayet Ehmed û Heme Gulpiyê û Heme Elî Ênaxî diçin ber zirêpoşên din û zirêpoş bi ser laşê wan de dikevin û şehîd dibin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.