Ezîz Mihemed Ebdulrehman Qadir, di sala 1966an de li gundê Tulewî ya devera Şemîran a ser bi qezaya Derbendîxanê ji dayik bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, diya Ezîz Mihemed navê wê Mîna Heme Emîn e û birayên wî navên wan Brahîm û Heme Salih e û navê xwişkên wî Fatime, Sead, Telaye ye.
XebatnameEzîz Mihemed di sala 1981ê de rû kiriye welatê Îranê û bûye Pêşmerge di Hêza Şemîran de bi fermandeyiya Heme Emîn Şemîranî ku ser bi lîqa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û Nadir Hewramî berpirsiyarê lîqê bûye.
Di sala 1984an de hêzeke caş êrîş dikin ser sengerên Pêşmerge li Çiyayê Sûrên û Ezîz Mihemed Şehîd dibe, paşê hevsengerên wî li gundê Yimamê Zamin li nêzî parêzgeha Helebceyê spartine axê.
Çavkanî:Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





