Ezîz Tofîq Ebdulqadir, sala 1946 li gundê Berwênê ser bi nahiyeya Bemoyê ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye. Xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Etîye Fettah bûye û xwediyê şeş kuran bûye bi navên Erkan, Erselan, Saman, Serkewt, Serwet, Sertîp.

Sala 1962 li pela Tewêleyê ya ser bi batalyona xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Qadir Heme Salih Tagozî serpel bûye bûye Pêşmerge. Di çendîn şeran de beşdarî kiriye di nav wan de şerê Sertîz, şerê Bemo, şerê Zemnakoyê, şerê Gelale, şerê Hacî Omeran, şerê Germiyan, şerê Henderên, şerê Derbendîxan, şerê Helebceyê.

Sala 1968 pileya serpelî li leqê çaran ê batalyona şeşê ya Bemoyê ya hêza Xebatê wergirtiye, sala 1972 bûye berpirsiyarê beşa serbazî ya batalyona şeşê ya Bemoyê ya hêza Xebatê. Piştî neskoya Şoreşa Eylûlê çekê xwe danenaye û hevsengên xwe li leqê Tagozî berdewamî bi xebata pêşmergatiya xwe daye. Sala 1978 pileya serleqî li batalyona Tagozî wergirtiye, ku di wê demê de Qadir Heme Salih Tagozî fermandeyê batalyonê bûye, sala 1982 bûye fermandeyê batalyonê ku ser bi hêza Sîrwan a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û Celal Lawranî fermandeyê hêzê bûye.

Di 10ê îlona 1982an de Ezîz Tofîq Ebdulqadir û mefrezeyek ji hevsengerên xwe piştî vegera wan ji çalakiyeke partîzanî ya nav bajarê Helebceyê, li gundê Gorgêçiya yê devera Tagozî ya ser bi parêzgeha Helebceyê, hêzeke mezin a caşên kirêgirtî û artêşa rejîma Beis derdora gund girtine, Pêşmergeyan rûbirûyê hêza artêşê bûne, piştî rûbirûbûneke çend demjimêrî û bi sedema kêmî hejmara Pêşmergeyan û zoriya serbaz û caşên rejîmê Ezîz Tofîq Ebdulqadir û hevsengerekî wî bi navê Xalid Ezem Tofîq ku birazayê wî bûye bi birîndarî ji aliyê serbazan ve hatine girtin, paşê bi fermana îstixbarata giştî ya Îraqê her di şeva 10ê îlona 1982an de li dergehê Gorgêçiya fîşekbaran hatine kirin û şehîd bûne.

Çavkanî:

- Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.