Jînenîgarî

Geylan Mistefa di sala 1963an de li bajarê Şeqlaweyê ji dayik bûye. Asta wî ya xwendinê navîn bûye, pîşeya wî berberî bûye û selît bûye. Navê dayika wî Fatime Teha bûye û çar birayên wî hebûne bi navên Mihemed Mistefa, Fehreng Mistefa, Geylan Mistefa, Behzad Mistefa û Xedîce Mistefa, Fexriye Mistefa, Suham Mistefa jî navên her sê xwişkên wî ne.

Xebatname

Mistefa Mihemedê bavê Geylan Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê bûye û rasterast peywendî bi Mela Xerîb re hebûye, paşê di sala 1980yî de bavê wî binkeyekê ji bo karê tenzîmî çêdike û dibe ser bi Westa Yûnisê navçeya Şeqlaweyê. Geylan Mistefa dibe berdestiyekî baş û bawerpêkirî yê bavê xwe ji bo karê tenzîmî û nivîsîn û gihandina nameyan û belavkirina belavokên partî li nav Şeqlaweyê. Di sala 1987an de bavê wî roleke bilind di rêkxistin û serperiştiya xwepêşandana Şeqlaweyê de dibîne, paşê eşkere dibe û ew bi xwe û zarokên xwe li emniya Hewlêrê tên girtin û mala wan diteqînin, piştî demekê mayîn li zindanê Geylan û bavê wî tên darvekirin û endamên din ên malbata wan tên azadkirin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.