Şehîd Hacî Salih Hacî Sonê, sala 1934 li gundê Şawêysî ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar û xwediyê du kur û yek keç bûye.
Şehîd Hacî Salih di Şoreşa Eylûlê û sala 1965 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li lîwaya Resûl Feqê ser bi batalyona sêyem a hêza Sefîn a Hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge.
Hacî Salih beşdarî dastanên (Çiyayê Sefîn- Simaqolî- Benî Herîr- Hîran û Nazanîn- Kewertiyan) bûye.
Di sala 1974 li sengerê berevaniya Hêzên Pêşmerge li çiyayê Sefîn di encama topbarana topxaneyên rejîma wê demê ya Îraqê Hacî Salih birîndar bûye û Şehîd bûne.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




