Halî Axa Taceddîn, sala 1926 li gundê Kelok ser bi şaredariya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya peymangehê di beşa çandiniyê de wergirtiye. Her du zimanên Kurdî û Rûsî zanibûye, sala 1959 wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin, di 11ê hezîrana 1976an de li nexweşxaneya Komarî ya Hewlêrê koça dawî kiriye û li gundê Kelok hatiye veşartin.
XebatnameSala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 2ê çiriya pêşîn de beşdarî di girtina binkeya polîsên Şanedêr de kiriye û piştre di 12ê çiriya pêşîn de di girtina binkeya polîsên Xêrezok de û di 6ê çiriya paşîn de di girtina binkeya polîsên Gorêto de û di 10ê çiriya paşîn de di girtina binkeya polîsên Meznê de beşdar bûye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha leşkerî ya awarte dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin.
Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin, piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, cenêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya cenêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de cilûbergên leşkerî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa leşkerî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa leşkerî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa leşkerî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê cenêral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbeجê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera cenêral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêborîna giştî.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şerên wê de beşdar bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê li zêdê xwe niştecih dibe, sala 1976an bo maweya şeş mehan ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye girtin û di bin êşkenceyê de bûye û piştre bi sedema te'zîba zêde şandine nexweşxaneya Komarî ya Hewlêrê.
Serçawe:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004z).
- Heyder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer û Dewrê Siyasî û Îqtisadî fî El-Îraq, (Londûn – Dar El-Hîkme - 2016m).
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweyê Rizgarixwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).





