Jînenîgarî

Hecî Ehmed Siwar, sala 1890 li gundê Uremarê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, sala 1918 hatiye Başûrê Kurdistanê û li Şêladizêyê nîştecih bûye. Beriya çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê, xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Asya Mubarrek Ehmed bûye û kurek û keçek bi navên Şukrî (1944) û Ayşe (1946) hebûne. Sala 1981an li şarokeya Şêladizêyê koça dawî kiriye û li wir bi xak hatiye spartin.

Xebatname

Di sala 1943an de ku Şoreşa Duyemîn a Barzan hildigirse, peywendî bi wê şoreşê dike, di heman salê de beşdarî di şeran de kiriye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerên bereya Seqizê kiriye li Rojhilatê Kurdistanê, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirûkî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskiyê kom bibin, lewma navbûrî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskiyê li Sovyetê.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbûrî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya, bi rêya bendera Besrayê li başûrê Îraqê, vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. Heman sal bi fermanber li rêgaûbanên Şêladizêyê hatiye damezrandin.

Sala 1961an piştî hildigirsana Şoreşa Eylûlê beşdarî şoreşê kiriye û serpel bûye û di şeran de beşdar bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê li Şêladizêyê maye. Sala 1981an li Şêladizêyê koça dawî kiriye û li wir bi xak hatiye spartin.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plandanînê, Yekeyên Kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara xêzanan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z.
  3. Hemîd Gerdî, Puxtey Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belawkirdinewey Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004z).
  4. Heyder Farûq El-Samirî, Diya Cefer Wudewruhu El-Siyasî Wel-Îqtisadî Fî El-Îraq, (Londûn – Dar El-Hîkme - 2016m).
  5. Şeban Elî Şeban, Hendêk Zanîyari Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  6. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrînî Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat – 1996)
  7. Salih Yûsif Sûfî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Duhok - Çapxana Parêzgeha Duhokê - 2013z).
  8. Le Yad-daştî Fermandey Şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 Roj le-gel Barzanî Da Çûnî Barzaniyan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Roşinbîrî - 1997z).
  9. Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexdad - Dar El-Reşîd Lîl-Neşr - 1979m).
  10. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  11. Pîrmam, 1ê çiriya paşîn a 2018z.