Hemê Sînemê, sala 1914an li gundê Ergoşê ser bi nahiya Şêrwanê Mezin li qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê xwedî malbat bûye û malbata wî navê Fatime Mistefa û keça wî navê Esma bûye, piştî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê li wir sê caran jiyana hevseriyê pêk aniye û hevjînên wî navê Vêriya, Rabiya û Şefîqa bûne, lê dema vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê di sala 1959an de ti yek ji jinên wî ligel wî venegeriyane.
Piştî vegera wan ji Yekîtiya Sovyetê bo gundê Ergoşê, jiyana hevseriyê ligel Gurbet Ebdullah Aşûr Ergoşî pêk tîne û heşt zarokên wan dibin bi navên Nazdar, Hemîn, Nadiya, Imran, Şêrwan, Fêriya, Sekwan, Kelsûm. Zimanê Kurdî, Rûsî û kêmek Erebî zaniye, di 3yê adara 1987an de li Herîrê koça dawî kiriye û li goristana Zulfeqar hatiye veşartin.
XebatnamePiştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê beşdarî kiriye, di 15ê nîsana 1947an de ligel Şêx Ehmed Barzanî li rûbarê Gader ku dikeve sînorê navneteweyî yê Şahnişîna Îranê û Şahnişîna Îraqê derbas bûye û bo dema çend mehan li Sêmî Diyana (Hewlêr) desteser bûye.
Di 19ê nîsana 1947an de biryar daye ku di bin fermandariya Jênêral Mistefa Barzanî de di berxwedanê de berdewam be û di 23yê gulana 1947an de hevaltiya Jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerên rêrêw ber bi Yekîtiya Sovyetê beşdarî kiriye. Di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel tevahiya hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî ya hevalên Barzanî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya, bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê, vegeriyaye Kurdistanê.
Beşdarî Şoreşa Eylûlêyê kiriye û pêşmerge bûye, beşdarî şerên sînorê Badînanê kiriye.
Serçave:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





