Şehîd Hemedemîn Elî Mistefa, nasnavê wî )Hemedemîn Bokranî(, sala 1956an li gundê Bokranî yê nahyeya Meznê ya qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li parêzgeha Urmiyê niştecî bûye.

Sala 1978an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge, di piraniya çalakiyên partîzaniyên devera Barzan û Mêrgesorê de beşdarî kiriye.

Sala 1984an li sînorê nahyeya Meznê, di dema encamdana çalakiyeke partîzanî de ji aliyê Artêşa Iraqê ve Şehîd bûne. Li gundê Barzan hatiye veşartin.

Çavkanî:

 1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.