Jînenîgarî

Hemeferac Heme-Emîn Mihemed Heme-Xan, sala 1941ê li gundê Nawhedê yê devera Şemîranê ya ser bi qezaya Derbendîxanê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, birayekî wî bi navê Ehmed Heme-Emîn, sala 1974an Şehîd bûye, Hemeferac Heme-Emîn sala 1966an Şehîd bûye. 

Xebatname

Şehîd Hemeferac Heme-Emîn, sala 1963yan bûye Pêşmerge di batalyona şeş a Bemoyê ya ser bi hêza Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Fazil Talebanî fermandeyê batalyonê bûye, beşdarî şerên çiyayê Zimnako, şerê Helebce û şerên deşta Şarezûr kiriye.

Di 2yê Hezîrana 1966an de topxaneyên rejîma wê demê ya Îraqê, bi tundî topbaranî sengerên Hêzên Pêşmergeyan kirine li çiyayê Zimnako, di encamê de topeke li Hemeferac Heme-Emîn ketiye û Şehîd bûye.  

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.