Jînenîgarî

 Hemîd Hemedemîn Qadir Hesen Di sala 1931ê de li qezaya Şeqlaweyê ji dayik bûye. Pîşeya wî baxçevanî bûye li daristanên Şeqlaweyê. Jiyana hevjînî bi Qedriye Seîd Qadir re pêk aniye û çar kurên wan hebûne bi navên Şivan, Şêrwan, Merîwan, Kameran û çar keçên wan jî hebûne bi navên Pexşan, Rêzan, Behar, Viyan. Di dema girtina wan de tevahiya endamên malbata wî tên girtin û piştî salekê ji dardarkirina malbata wî tên azad kirin, lê kurê wî yê bi navê Şêrwan Hemîd bi wî re zû tên dardar kirin.

Xebatname

Sala (1979-1980) bi rêya Osman Xoşnaw, Mihemed Zexok peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve dike, heta wê rojê ku tê girtin, bi hevkariya kurê xwe yê bi navê Şêrwan Hemîd kelûpel û pêdiviyan bi zanîyari siyasî ji bo Pêşmerge dibe Dola Balîsan.

Ew bi xwe û malbata wî roleke bilind dibînin di hevkariya xwepêşandanên sala 1987ê ya bajarokê Şeqlaweyê de, lewma zû zanîyarî li ser wan tê dayîn û ew bi xwe û hemû malbata wî tên girtin.

Yek meh piştî girtina wan li emniya Hewlêrê tên dardar kirin û emniya bi xwe wan li goristaneke bi kom li bajarê Hewlêrê bi xakê dispêrin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.