Hemîd Xesrewî, sala 1928 li bajarê Mehabadê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û sala 1952 li zanîngeha Taşqendê hatiye wergirtin, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevserî li gel Lubov Eyûsf Vasîlî pêk aniye, sala 1976 rejîma Îranê bi zorê navbirî teslîmî hikûmeta Îraqê dike û tê veguhastin bo başûrê Îraqê û piştre li parêzgeha Duhokê niştecih bûye, di 4ê hezîrana 2010an de koça dawî kiriye.
XebatnameSala 1947 hevaltiya Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşqenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê distandin û piştre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbece biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû dike Îranê.
Serçave:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hevpeyvîna kovara Metîn, Hevçeperê Barzanî yê nemir Ezîz Qazî bîranînên xwe digêre, beşa duduyan, kovara Metîn, lqa yekê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 48, xula sêyê, Duhok, çapxaneya Hawar, kanûna duyê 1996z.
- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Zerard Silêman Beg Dergeleyî, Bîranînên min li salên 1943-1977an de, (Silêmanî - Çapxaneya Rehend - 2002z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, berga duduyan, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Lês Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darerşîd bo weşanê - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).





