Jînenîgarî

Hesen Ebdulrehman Sofî Mihemed di sala 1938an de li gundê Parewan li devera Şemîranê ya ser bi nahiyeya Derbendîxanê ji dayik bûye, mijûlî karsaziya nav bazara bajarokê Derbendîxanê bûye, qonaxa xwendina seretayî temam kiriye, şarezayiya wî di zimanê îngilîzî û erebî de hebûye. Navê diya wî Hebîbe Ewla ye û hevjîna wî Kafiye Qadir e û xwediyê kurekî ye bi navê Ebdulrehman Hesen, di sala 1964an de Şehîd bûye.

Xebatname

Hesen Ebdulrehman Sofî Mihemed di sala 1963an de peywendî bi Hêzên Pêşmerge di pelê Tayir Moryasî yê ser bi batalyona şeş bi fermandariya Fazil Talebanî dike ku ser bi lîqê Zimnakoyê yê Hêza Xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di sala 1964an de li Çiyayê Zimnakoyê di rûbirûbûna bi serbazên rejîma Îraqê re, fîşekek li serê wî dikeve û Şehîd dibe û li Derbendîxanê tê veşartin.   

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.