Hise Şar, sala 1911 li gundê Îşokur ser bi nahiyeya Gorto li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî ku diçin Rojhilatê Kurdistanê, hevjîna wî ku navê wê Fatime bû ligel du kur û keçekê li gundê Kanî Spî li Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kirine, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî ligel Lîva pêk aniye û sê keç û birayekî wan hebûye, kurekî navborî ku navê wî Zikrî bû û sala 1975 ji dayik bûbû di şerê navxwe de şehîd bûye. Hise Şar her du zimanên Kurdî û Rûsî zanibûye, sala 1991 li nahiyeya Herîr koça dawî kiriye.
XebatnameSala 1932 peywendî bi rêzên Şoreşa yekem a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye. Piştî ku sala 1943 Şoreşa duyem a Barzan dest pê dike, peywendî bi şoreşê dike û di şerên şoreşê de beşdar dibe, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945 bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.
Di 11ê çiriya pêşîn a 1945 û piştî nesko ya Şoreşa duyem a Barzan, bi malbatî berê xwe didin Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946 di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bûye û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdarî kiriye. Piştî rûxana Komara Kurdistanê, di nav wan pêşmergeyan de bûye ku di 19ê nîsana 1947 bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegeriyana wan, General Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947 li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê an çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947 hevaltiya General Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qotur û şerê pira Mako de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyanekê zêde, di 18ê hezîrana 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947 ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê ji bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane ji bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan gotine.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wan, biryar tê dayin kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk "Taşkend"a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949 ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide ji bo lêkolînkirin di barûdoxê hevalên Barzanî de û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navborî di çiriya paşîn a 1951 diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê û vegeriyana General Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959 û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959 de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.
Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959 ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1963 beşdariya Şoreşa Eylûlê kiriye û di şeran de beşdar bûye, beşdarî şerê Sofiyan bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê, sala 1981 beşdariya Şoreşa Gulanê kiriye û serpel bûye û di şeran de beşdar bûye, di raperîna sala 1991 vegeriyaye Kurdistanê.
Serçave:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004z).
- Heyder Farûq El-Samirayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dohok - Çapxana Parêzgeha Dohokê - 2013z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Ebdulla Xefûr, Ferhengê cografyayê Hewlêr, (Hewlêr - Belavkiriyên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zhazhokî, 62 roj ligel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).





