Jînenîgarî

Kemal Ewla Elî Mistefa, di sala 1952an de li bajarokê Şeqlawe ji dayik bûye, asta wî ya xwendinê seretayî bûye, mijûlî karsaziya rojane bûye. Birayekî wî ku navê wî Hemedemîn Ewla Elî bû, di Şoreşa Eylûlê Şehîd bûne. Kemal Ewla zewicî bû û navê hevjîna wî Xanê Ezîz bû û kurekî wan hebû bi navê Sabir ligel sê keçan bi navên Rûpak, Dilpak, Sakar.

Xebatname

Di sala 1977an de bi rêya Mam Resûl Feqê peywendî bi refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike û dibe Pêşmerge, ji wê salê şûnde bê navber berdewamî bi pêşmergatiyê dide û di hemû dastanên wê heyamê de beşdar dibe, di sala 1991ê de peywendî bi hêza Ehmed Zexok dike û beşdariya temam di raperîna bihara vê salê de dike.

Di dîroka 14ê nîsana 1991ê de li qezaya Akrê li ser çekê cureyê (doşke) dibe û li ser keleha Akrê cîgir dibe û bi mêrxasî rûbirûyê dijmin dibe, heta dikeve ber bordûmana tankên rejîma Beis û Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.