Kerîm Rezaq Ebdulla, di sala 1945an de li gundê Balekiyan ê bajarokê Diyana ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyariyê bûye, nexwenda bûye, jiyana hevjîniyê pêk anî bû.
Di sala 1970yî de peywendî bi Şoreşa Eylûlê re dike û dibe Pêşmerge di batalyona Hemîd Efendî ku ser bi Hêza Balek bûye, beşdarî şerên Gorez û Sertîz û Gerûyê Umeraxa kiriye, di sala 1974an de di şerê çiyayê Gorezê de birîndar dibe û tê veguhastin bo nexweşxaneya Şoreş li Nawpirdan, lê ji ber dijwariya birîna xwe Şehîd dibe.
Çavkanî:1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




