Be'siyan di derbeyeke serbazî de ji 17 heta 30ê Tîrmeha 1968an de dest danîn ser desthilatê li Iraqê. Wek kevneşopiyeke berdewam ji bo rêkxistin û bihêzkirina desthilata xwe li Iraqê, dest bi danûstandinan kirin û sozên bêbingeh dan ji bo çareserkirina doza Kurd. Zêde dem derbas nebû û wek rejîmên din, zû xwe ji cîbicîkirina daxwazên şoreşê û çareserkirina doza Kurd dûr xistin û di dawiya sala 1968an de êrîşên li ser cihên Pêşmerge ji nû ve dest pê kirin.
Di heyama ji Tebaxa 1968an heta Mijdara 1968an de, Artêşa Iraqê rêzeêrîşên xwe li ser deverên cuda yên Kurdistanê ji nû ve dest pê kirin. Yek ji deveran (Akrê- Şêxan) rastî êrîşeke nû ya Artêşa Iraqê (hikûmeta Be'siyan) û çekdarên kirêgirtî hat, ku ev yek bû sedema tawan û qurbaniyan wek komkujiya şikefta Dukanê.
Dukan gundekî balkêş bû nêzîkî çemê Xazir li ser quntarên çiyayê Xêrê li devera Şêxan. Hejmara niştecihên gund derdora 20 heta 30 malbat bûn ku bi çandinî û ajeldariyê mijûl dibûn, gund bi baxçeyên zeytûn û fêkiyan navdar bû.
Piştî derbasbûna salekê li ser desthilata Be'siyan û bi taybetî di nîvê meha Tebaxa 1969an de, Artêşa Iraqê êrîşeke serbazî ya mezin li ser Akrê li devera Şemkan wek gundên Bêlan, Telê, Mîrsîda, Serkaf, Xort, Dukan, Nêrok, Basferîn û Bîrê li quntara çiyayê Xêrê da destpêkirin, ev yek bi piştgiriya bi sedan kirêgirtiyên Herkiyan û bi çekên giran û sivik ên curbecur bû, ji bo tepeserkirina Kurdan û têkbirina Şoreşa Eylûlê. Êrîş bi çavdêriya Wezîrê Navxwe Salih Mehdî Emaş û bi fermandariya Ebdulcebar Esedî fermandeyê fîrqeya çarem bû, ji hewayê ve dever bi top û balafiran bombebaran kirin, şil û hişk bi hev re şewitandin. Hêza Pêşmerge li (Akrê – Şêxan) tenê bi tivingên sivik ên di destê xwe de berevanî kirin.
Şer bi topbaran û êrîşên hewayî li Marîba, Şirmê û Bakurman dest pê kir, paşê êrîşa peyayan li ser deverê kirin. Niştecihên gundê Dukanê, wek hemû gundên din, ji bo parastina xwe û xweveşartina ji topbaran û balafiran, xwe spartin şikefteke nêzîkî gundê xwe ku şikefta Dukanê bû. Ji bo ku rê li ber Artêşa Iraqê bigirin ku wan nebînin, gelek dar li ber şikeftê kom kirin, lê di îşaretek din de tê gotin ku çend kon li dûrî sed metreyî li ber şikeftê hatibûn avakirin û hinek kelûpelên malê wek xaniyekî demkî tê de danîbûn.
Wisa xuya dike ku hêzên artêşê û çekdarên hikûmetê pêşve çûn heta di 18ê Tebaxa 1969an de gihîştin nav gund. Tavilê dest bi talankirina malên xelkê gund kirin û paşê agir berdan malên wan. Paşê dest bi lêgerîna xelkê gund kirin heta şikefta ku 66 welatî tê de xwe veşartibûn dîtin, di nav wan de jin, zarok, kal û astengdar hebûn, mêran xwe dabûn çiyayan. Artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî gule li şikeftê reşandin û agir berdan dar û konên li ber şikeftê hatibûn avakirin. Dengê gulebaranê û qîrîna jin û zarokan bi hev re tevlîhev bûn heta ku hemû bi dûman û guleyên artêş û kirêgirtiyan tije bûn û hatin kuştin û xeniqîn. Yekem kesê ku li ber şikeftê şehîd bû, zilamekî kal ê astengdar bû ku bi guleyekê birîndar bû. Hinek jinan hewl dan ku ji nav agir derbas bibin û xwe bigihînin bîreke nêzîkî şikeftê, lê ew qas şewitîn ku nekarîn xwe bigihînin avê û şehîd bûn. Heta kesek di vê êrîşa xiyanetkar de rizgar nebû û hemû şehîd bûn, di nav wan de 37 zarok û 29 jin û zilamekî kal hebûn.
Piştî çend rojan, komek ji Pêşmergeyan ku vê karesatê bihîstibûn, hatin şikeftê da ku alîkariya wan bikin, lê dîtin ku kar qediyaye û hemû şehîd bûne. Bi alîkariya girseyên deverê goristanek li nêzîkî şikeftê amade kirin û hemû tê de veşartin. Piştî çend rojan, komek ji Pêşmergeyan êrîşî gundên Kones, Xor û Çelo yên gundên Herkiyan kirin û talan kirin û şewitandin, wek tolhildana bûyera şikefta Dukanê.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergî sêyem, beşî yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapî yekem, (2004).
2- Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Eylûlê li devera Behdînan 1961- 1975, çapî yekem, (2018).
3- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li mêjûyî şoreşî Eylûl, çapî yekem, (Hewlêr- 2007).
4- Arî Kerîm, Çend lapereyekî zindû li şoreşî Eylûlda, (Çapxaneyî Xebat- Duhok- 1999).
5- Hacî Mîrxan Dolemerî, Geran bedway dadperwerîda, bergî yekem, çapî duwem, (Çapxaneyî Esra- Taran- 2021).


