Pêşîneya dîrokî

Di 16ê Îlona 1943ê de Komeleya Jiyanewey Kurd (J.K) li rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin, paşê di 16ê Tebaxa 1945ê de navê wê ji bo Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê hat guhertin, ev partî karî bi piştevanîya Yekîtîya Sovyetê di 22ê Çileya Paşîn a 1946ê de Komara Kurdistanê (Mehabad) li beşek ji axa rojhilatê Kurdistanê bi serokatîya Qazî Mihemed damezrîne, heman demê li başûrê Kurdistanê di 15ê Çileya Paşîn a 1945ê de Lijneya Azadî bi serokatîya general Mistefa Barzanî hat damezrandin.

Piştî neskoya şoreşa duyem a Barzan sala 1945ê, general Mistefa Barzanî fermandeyê giştî yê şoreşê, bi rawêjkirin li gel Lijneya Azadî û fermandeyên bereyên şer, piştî peywendîkirin bi serkirdeyên Kurd ên rojhilatê Kurdistanê û berpirsên Sovyetê, bi hemû hêzên xwe ve biryara vekişînê ber bi Kurdistana Îranî da û piştî çendîn şer û pevçûnan serencam di 11ê Çiriya Pêşîn a 1945ê de bi rêya Kêleşîn-Mergewerê ve çûn nava axa rojhilatê Kurdistanê, piştî ragihandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, tevî zehmetîya barûdoxa wan, hêza general Mistefa Barzanî bi hemû şiyanên xwe ve çû nava komarê.

Biryara damezrandinê

Barûdoxa Kurdistana Îranê bi guhertinên xwe yên guncaw re bîra Lijneya Azadî li ser çarenivîsa bizûtneweya Kurdî li başûrê Kurdistanê xaw nekir, bi taybetî ezmûna damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê û wan ezmûnên ku di şoreşa duyem a Barzan de hatibûn bidestxistin derxistin holê ku ev qonax damezrandina partiyekê li Kurdistana Îraqê hevwateya Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê pêwîst e, lewma piştî lêkolîn û lêkdana kûr a barûdoxa navçeyê, Mistefa Barzanî li gel heval, efser û endamên Lijneya Azadî biryara damezrandina partiyekê li Kurdistana Îraqê dan, bi awayekî ku li gel xwestek û armancên gelê Kurdistanê bigunce. 

Bingeha çêkirina Partiya Dêmokrat a Kurd di yekem civîna  Mistefa Barzanî li gel her yek ji parêzer Hemze Ebdullah, neqîb Mîrhac Ehmed Tahir, eqîd rukn Izet Ebdullezîz, neqîb Mistefa Xoşnaw, neqîb Xeyrullah Ebdulkerîm, neqîb Mihemed Mehmûd Qudsî û mulazim Nûrî Ehmed Taha hat danîn, her evan bûn paşê navê desteya damezrêneran li wan hat kirin, her di wê civînê de hewl hat dayîn yekem bername û peyrewê navxweyî yê partîyê were cîgirkirin.

Ji ber wê qonaxa hestiyar a Komara Kurdistanê tê re derbas dibû, ji bo ku ji alîyê welatên navçeyê ve metirsî nekeve ser wê, Mistefa Barzanî û hevalên wî biryar dan damezrandina partîyê û çalakîyên wê rasterast veguhezînin başûrê Kurdistanê, her ji bo vê mebestê biryar hat dayîn Hemze Ebdullah bi hemû desthilatê ve û bi çend raspardeyan bi mebesta civînê li gel karbidestên Partîya Şoreş, Rizgarî û lqa Dêmokrat li Silêmanîyê were şandin bo başûrê Kurdistanê.

Rasparde ev bûn:

  1. Niha tu destkarî di bername û peyrewê navxweyî yê partîyê de neyê kirin.
  2.  Şêx Letîfê Hefîd kurê Şêx Mehmûdê Hefîd bibe cîgirê yekem ê serok.
  3. Mihemed Kake Zyadê Koyê bibe cîgirê duyem.
  4. Ji bo ku beyan neyê dayîn destê emperyalîzmê, zêde neyê ser berjewendîyên Brîtanyayê heta partî xwe dadikute, ev ji bilî wê ye ku emperyalîzma Brîtanî pîr bûye û baştir e cihê wê yê vala bi desthilateke nîştimanî were tijîkirin, ne ku bikeve destê emperyalîzmeke nû ya wek Amerîkayê.

Di dawîyên bihara sala 1946ê de Hemze Ebdullah vegerîya başûrê Kurdistanê û peywendî bi partî û kesayetîyên naskirî re kir, serkirdayetîya her du partîyên Şoreş û Rizgarîyê biryar dan partîyên xwe hilweşînin û biçin rêza partîyê, bi mercê ku her du partî kongreya taybet a xwe pêk bînin û di kongreyê de çawanîya guhertinan ji endamên xwe re ragihînin.

Kongreya van her du partîyan di destpêka meha Tebaxa 1946ê de hat encamdan û piraniya herî zêde ya endamên wan çûn rêza Partiya Dêmokrata Kurd û pesend kirin, beşekî kêm jî ji serkirde û endamên Partîya Şoreş çûn nava Partiya Komunîst a Îraqê.

Berê jî her li ser mijara çûna nava partîya nû, Partîya Rizgarî civîna xwe li gel lqa başûrê Kurdistanê ya Komeleya Jiyanewey Kurd encam dabû, di encama van gotûbêjan de beşek ji serkirdeyên Komeleya Jiyanewey çûn rêza Partîya Rizgarîyê û Îbrahîm Ehmed bi mebesta bersivdanê daxwaza moletê kir.

Damezrandin

Destpêka Tebaxa 1946ê Partîya Şoreş û Partîya Rizgarîya Kurd kongreya xwe ya xwehilweşandinê girêdan û biryara hatina nava partîyê dan, piştî temambûna amadekarîyan, partîya nû di 16ê Tebaxa 1946ê li mala Seîd Fehîm li Bexdayê, bi amadebûna 70 nûneran bi نهێنی (veşartî) Kongreya Yekem a xwe girêda, di wê kongreyê de beşê herî zêde yê endamên serkirdayetîya Partîya Şoreş, tevahîya serkirdayetîya Partîya Rizgarî ji bilî Salih Heyderî û Nafe Yûnis, Hemze Ebdullah nûner û bawerpêkrawê Mistefa Barzanî, Mehmûd Ehmed nûnerê Şêx Letîfê Hefîd، Kake Zyadê Koyê û Îbrahîm Ehmed nûnerên Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê lqa Silêmanîyê beşdar bûn.

Kongre bi serkeftî kar û erkên xwe bi cih anîn û endamên kongreyê piştî hevsengandina bi kêmek destkarîyê ve deqa wê bername û peyrewê pesend kirin ku ji alîyê desteya damezrêner ve li Mehabadê hatibû amadekirin, partîya nû navê (Partiya Dêmokrat a Kurd-الحزب الدیموقراطي الكوردي-العراق) lê hat kirin. Ji alîyê nûnerên kongreyê ve Mistefa Barzanî wek serokê Partiya Dêmokrat a Kurd hat hilbijartin û li ser raspardeya pêşwext a Mistefa Barzanî her yek ji Şêx Letîfê Hefîdyê kurê Şêx Mehmûdê Hefîd wek cîgirê yekem û Kake Ziyadê Koyî wek cîgirê duyem ê serokê partiyê hatin destnîşankirin. Herwiha rojnameya Rizgarî ku zimanhalê Partiya Rizgariya Kurd bû, ji ber wê rola ku di nav cemawerê de hebû, bû zimanhalê Partiya Dêmokrat a Kurd û tevahiya kelûpelên her du partiyên Şoreş û Rizgariyê radestî serkirdatiya hilbijartî ya nû hatin kirin û biryar hat dayîn ku navenda serkirdatiya partiyê li Bexdayê be.

Piştî hilbijartina navê partiyê, destnîşankirina serok û cîgirên wî, ji aliyê endamên kongreyê ve dest bi hilbijartina endamên komîteya navendî hat kirin û ew navên han wek endamên komîteya navendî hatin hilbijartin:

  1. Mistefa Barzanî, serok
  2. Şêx Letîf Şêx Mehmûdê Hefîd, cîgirê yekem ê serok
  3. Kake Ziyadê Koyî, cîgirê duyem
  4. Hemze Ebdullah, sekreter
  5. Mîrhac Ehmed Akrêyî, endam
  6. Doktor Cefer Mihemed Kerîm, endam
  7. Elî Ebdullah Emîn, endam
  8. Seyda Salih Yûsifî, endam
  9. Ebdulkerîm Tofîq, endam
  10. Reşîd Ebdulqadir Hemawî, endam
  11. Reşîd Bacelan, endam
  12.  Mela Seyid Hekîm Xaneqînî, endam
  13. Ewnî Yûsif Ehmed, endam
  14. Teha Miheydîn Me'rûf, endam
  15. Ebdulsemed Bena, yedek

Paşê ji aliyê endamên komîteya navendî ve, endamên mekteba siyasî ya nû hatin hilbijartin ku pêk hatibûn ji Hemze Ebdullah, doktor Cefer Mihemed Kerîm، Elî Ebdullah، Ebdulkerîm Tofîq û Reşîd Ebdulqadir.

Mekteba siyasî ya hilbijartî ya partiyê dest bi dabeşkirina erk û karên xwe kir û biryar da ku beşeke herî mezin a endamên mekteba siyasî li Bexdayê niştecî bibin û baregeha wan jî li wî bajarî be, peywendiyeke tûkme jî di navbera mekteba siyasî û serok Mistefa Barzanî li Mehabadê hat çêkirin.

Çavkanî:
  1.  Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  2.  Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (program û peyrewê navxweyî), Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).
  3.  Hebîb Mihemed Kerîm, Ta'rîx el-Hizb el-Dîmuqratî el-Kurdîstanî - el-Îraq (fî mehetat re'îsîye) 1946 - 1993, (Dihok - Metbe'et Xebat - 1998m).
  4.  Elî Ebdullah, Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq heta girêdana kongreya sêyem, (Cih ne diyar - 1968z).
  5.  Nûrî Şawîs, Min muzekkeratî, (bê cih - weşanên Hizb el-Şe'b el-Dîmuqratî el-Kurdîstanî - 1985m).
  6.  Mihemed Mela Qadir, Xebatname, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - 2007).
  7.  Mesûd el-Barzanî, el-Barzanî wel-Hereket el-Tehrîrîye el-Kurdîye - Sewret el-Barzan 1945-1958, (Kurdistan - Kanûn el-Ewwel 1987).