Efser û siyasetmedar Mistefa Mistefa Mistefa, nasraw bi Mistefa Xoşnav, endamê Partiya Hîwa, yek ji efserên kurd ên nava refên artêşa Îraqê di sala 1936an de, endamê Lijneya Azadî û endamê desteya damezrîner a Partiya Dêmokrat a Kurd, sala 1947an ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li Bexda hatiye dardekirin.

Jînenîgarî

Mistefa Xoşnav Di sala 1912an de li navçeya Bêtwatê ji dayik bûye, xwendina seretayî li bajarê Koye û navendî li bajarê Hewlêrê temam kiriye û sala 1931ê li Xaneya Mamosteyan a bajarê Bexda hatiye wergirtin û piştî temamkirina xwendinê, li bajarê Helebce bûye mamosta, sala 1934an peywendî bi Koleja Serbazî ya Bexda kiriye û di 3yê hezîrana 1936an de bi pileya mulazimê duyem koleja serbazî temam kiriye, di sala 1939an de jiyana hevjîniyê bi Zekiye Ferec re pêk aniye û sê keç û kurekî wan bûye.

Piştî rûxandina Komara Kurdistanê, di sala 1947an de vedigere Îraqê û li zîndana navendî ya Bexda tê girtin û di wê demê de ku hevjîna wî ya ducanî li girtîgehê serdana wî dike, Mistefa Xoşnav daxwazê jê dike eger zarokê wan kur bû navê wî bike Azad, mehek û nîvek piştî dardekirina wî, di 2yê tebaxa 1947an de Azad ji dayik dibe.

Xebatname

Mistefa Xoşnav yek ji wan efserên kurd bû ku di 25ê kanûna duyem a 1944an de hikûmeta Îraqê wek efserê peywendiya navbera hikûmet û şoreşa duyem a Barzan (1943-1945) destnîşan kirin. Di heman demê de ji aliyê Partiya Hîwa ve, bi dizî erka peywendî û hemahengiya navbera partî û şoreşê jê re hatibû spartin, paşê peywendî bi refên şoreşê re kir, piştî serneketina gotûbêjan û guhertinên di kabîneya Nûrî Seîd û destbikarbûna Hemdî Paçecî li şûna navborî, hikûmetê biryara vegerandina efseran bo nava refên artêşê derxist, di vê çarçoveyê de bi razîbûna serkirdatiya şoreşê ji Barzan vegeriya nava artêşa Îraqê, piştî du mehan mollet wergirt û vegeriya Kurdistanê, hikûmet di vê mollet wergirtinê de ket gumanê ku neba biçê Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê, navborî agahdarê wê yekê bû ku çavê hikûmetê li ser e lewma biryar da li Barzan bimîne.

Di vê demê de hikûmet bi rêya Mîrhac Ehmed daxwazê ji Mistefa Xoşnav dike ku vegere nava artêşê û piştî vegerê piştî du mehan ji refên artêşa Îraqê tê derxistin û ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Îraqê ve fermana girtina wî derçû, Partiya Hîwa navborî ji vê fermanê agahdar dike û bi vê yekê karî Bexda bicîh bihêle û xwe rizgar bike û paşê peywendî bi refên şoreşê li Barzan re kir.

Di 15ê kanûna duyem a 1945an de, bi pêşniyara Mistefa Barzanî Lijneya Azadî hate damezrandin û Mistefa Xoşnav yek bû ji endamên desteya damezrîner, piştî rawestana gotûbêjên aştiyê yên ligel hikûmetê û li pey çêbûna egera destpêkirina êrîşên dijmin, di 10ê sibata 1945an de di civîna Lijneya Azadî û bi biryara Mistefa Barzanî fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên şoreşê, navborî wek fermandeyê bereya berevaniya Mêrgesor-Rewandiz hat destnîşankirin, ji bo pêşgirtina li pevçûna serbazî û li ser fermana Mistefa Barzanî, di 4ê adara 1945an Mistefa Xoşnav nameyeke hişyarkirinê ji bo serleşkerê artêşa Îraqê Refîq Arif bi vê naverokê dinivîse: ''Piştî pêşkêşkirina rêzê, bi sedema mêrên li cem xwe me agahdar kirin ku niyeta we heye ku sibe 5ê adara 1945an bi navê manewerê destpêşxeriyê bikin û êrîşî me bikin. Em we agahdar dikin!. Em ji pêş ve dibêjin: Di vê derbarê de her çi bûyerek rû bide gunehê wê ne li stûyê me ye û em ne gunehbar in. Îmze, Mistefa Xoşnav" 

Bi vî awayî hat karîn heta 10ê hezîrana 1945an pêşî li şer bê girtin û heta wê demê ku Welî Beg li nava hewşa polîsxaneya Mêrgesorê şehîd hat kirin û careke din şer hilgirsia, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an û piştî bidawîhatina şoreşa duyem a Barzan, navborî ligel Mistefa Barzanî diçe Komara Kurdistanê, li Komarê neqîb Mistefa Xoşnav hat kirin fermandeyê batalyona duyem a hêza Barzan ku hêz ji sê batalyonan pêk hatibû, paşê bi fermana serkirdatiyê pileya wî bo muqedem hat bilindkirin.

Sala 1946an beşdarî piraniya şerên berevaniya Komara Dêmokrat a Kurdistanê bûye, piştî rûxandina Komarê û vegerê bo ser sînorê Îran û Îraqê di 10ê nîsana 1947an de yek bû ji wan efserên ku xwe radestî hikûmetê kirin, sereta birin Hewlêrê û paşê bo zîndana navendî li Bexda veguhastin û ligel hevalên din hatin girtin. Biryar wisa bû ku neyên dardekirin, lê di dadgehkirineke sexte de, bi dizî biryara daliqandin heta mirinê li ser wan hat cîbicîkirin, beriya daliqandina xwe û sê ji hevalên xwe, wesiyetnameyek ji bo gel nivîsîn ku tê de helwesta xwe ji bo azadiya nîştiman dûpat kirin, roja din tevî sînordarkirina amadebûna xelkê, li goristana Girê Seywan a bajarê Silêmaniyê hatin veşartin.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (program û peyrewê navxweyî), Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, berga yekem, (Hewlêr- çapxaneya Roksana- 2021).
  3. Hebîb Mihemed Kerîm, Ta'rîx el-Hizb el-Dîmuqratî el-Kurdîstanî- el-Îraq (fî mehateat re'îsîye) 1946- 1993, (Dihok- çapxaneya Xebat- 1998).
  4. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, berga yekem 1931- 1958, (Hewlêr- 2012).
  5. Me'rûf Qeredaxî, Barzan û nehêniyekani, (Bexdad- çapxaneya Me'arîf- 1959).