Mîrza Ebdulla Qadir Mehemed di sala 1937an de li gundê Laweranê yê ser bi qezaya Derbendîxanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, di sala 1975an de awareyê welatê Îranê dibe û li nîşîngeha Enzelî nîştecî bûye, hevjîna Mîrza navê wê Gulbax Ebdulla bûye û sê kurên wî bi navên Heyder, Mehdî, Serdar û du keçên wî bi navên Fewziye û Eliye hebûne, di sala 1977an de Şehîd bûye.
XebatnameMîrza Ebdulla Qadir Mehemed di sala 1963an de peywendî bi rêzên Şoreşa Eylûlê dike û li cem Celal Laweranî û Seyîd Behadîn ser bi hêza Xebat bi fermandariya Ebdulwehab Etruşî dibe Pêşmerge, beşdarî dastanên pirê Zelm, şerê Derbendîxanê, şerê Helebceyê dibe, piştî nesko di sala 1975an de awareyê welatê Îranê dibe û li nîşîngeha Enzelî nîştecî bûye, di sala 1976an de vedigere Îraqê û li bajarê Helebceyê ji aliyê emniya bajêr ve tê girtin û tê veguhestin bo bajarê Bexdayê maweya yek salê tê zîndanîkirin li emniya giştî ya bajarê Bexdayê, di sala 1977an de piştî azadbûnê peywendî kiriye bi Necde Reş û Seyîd Behadîn, her di sala 1977an de Mîrza Ebdulla û polek Pêşmerge diçin gundê Laweranê ji bo bêhnvedaneke çend rojan, tên eşkerekirin û hêzeke mezin a rejîma Îraqê derdora gund digirin, piştî rûbirûbûneke giran Mîrza û hevsengerên wî karîne xwe ji gund derbaz bikin, piştî dûrketina wan ji gund balafirên rejîmê bi çekên 60 tîrî li wan didin û Mîrza û hevsengerekî wî bi navê Derwêş Ebdulla Şehîd dibin, piştî şehîdbûna wan serbazên rejîmê termên wan bi keştiyê radikêşin bi nav ava deryaçeya Sîrwanê heta digihîjin qezaya Derbendîxanê, piştre ji aliyê şaredariya qezaya Derbendîxanê ve li derwazeya bajêr bi xakê dispêrin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





