Jînenîgarî

Mamend Mesîh, sala 1905 li gundê Serokanî yê nahiya Pîran a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye.

Xebatname

 Sala 1943 û piştî vegeriyana Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsandina Şoreşa Duyemîn a Barzan, peywendî bi rêzên leşkerê şoreşger ve kiriye û wek fermandey beşdarî di şerên girtina polîsxaneyên navçeya Barzan de kiriye.

Sala 1945 piştî neskoya şoreşê, hevsanê cangorî û malbatên Barzaniyan awarey Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê seretaya sala 1946an, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha kanûna yekem a sala 1946an, hevsanê leşkerê şoreşgerê Barzan bi fermandeyiya jeneral Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyan li dijî artêşa şahanşahî ya Îranê, bi navçeya Nazdardax a sêgoşeya sînorê Îran, Îraq û Tirkiyeyê vegeriyaye başûrê Kurdistanê û di rêzên leşkerê de li navçeya hoza Mizûrî cîgir bûye.

Di dîroka 6ê gulana sala 1947an û piştî biryara dîrokî ya jeneral Mistefa Barzanî di civîna Ergoşê de, bi xwe-nedest-dan bi hikûmeta Îraqê û rêkirina wan ber bi Yekîtiya Sovyetê, hevsanê leşkerê şoreşgerê Barzan bi zêdetir ji pêncsed cangoriyan û bi serkirdatiya jeneral Mistefa Barzanî biryara çûyînê dide û dibe yek ji hevalên Barzanî û fermandeyê yek ji hêzên wî bo Yekîtiya Sovyetê. Di dema 28 roj rêkirina berdewam bi nav zehmetî û sirûşta rê û rûbirûbûna serbazî ya artêşa her sê welatên Îraq, Tirkiye û Îranê û piştî serketina wan di şerê binavûdengê Şût û derbaskirina wan di pira Qizildax a Makoyê, serencam di dîroka 18ê hezîranê hevsanê cangoriyên Barzanî di rûbarê Aras û sînorê Yekîtiya Sovyetê derbas bûye.

Piştî derbaskirina sînor, ji aliyê Sovyetan ve li gel tevahiya cangoriyên Barzanî hatiye veguhastin bo bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê û wek dîlê şer li serbazgeheke seravekirî ya têlbendkirî hatiye hiştin. Piştî ku Moskowê biryar da Barzaniyan wek penaber werbigire û piştî rêkeftina jeneral Mistefa Barzanî û Cefer Baqirovê serokkomarê Azerbaycanê, li gel tevahiya cangoriyên Barzanî hatiye veguhastin bo serbazgeheke li ser deryaya Xezer li nêzî Bakûya paytexta Azerbaycanê û ji aliyê efserên Azerbaycanî ve hatiye xistin ber meşqa çir a serbazî û li wir jî dersên fêrbûna nivîsîn û xwendina zimanê Kurdî ji aliyê efserên Kurd ve bi wan hatine gotin.

Piştî têkçûna peywendiyên di navbera jeneral Mistefa Barzanî û Cefer Baqirov û derketina niyazxerabî û dudiliya Baqirov beramber Barzaniyan, li gel tevahiya cangoriyên Barzanî di dîroka 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê hatiye veguhastin bo komelgeha Çirçûk a Komara Ozbekistanê û li wir jî bo cara duyem bi şêweyekî demkî hatiye xistin ber meşqa serbazî.

Di meha adara sala 1949an piştî plankêşiyên Baqirov û Bêriyayê alîkarê Stalîn, cangoriyên Barzanî ji hev hatin cudakirin û bi şemendefêrê kom kom li ser gund û zeviyên kolxoz û hereweziyên Komara Ozbekistanê de hatin belavkirin û bo peydakirina bîjêwiya jiyana xwe hevsanê dîlên Almanî hatin xistin ber suxre û karê zehmet ê rojane.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Mistefa Barzanî ve bo Koşka Krîmlîn û desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê, serencam nameyeke Barzanî gihîştin destê Stalînê serokê Yekîtiya Sovyetê. Piştî gihîştina nameya Barzanî, ji aliyê Stalîn ve biryar li ser çêkirina lijneyekê hat dayîn bo lêkolînkirina barûdoxa Barzaniyan û serencam bo careke din û sala 1951ê tevahiya Barzanî ji hev hatin komkirin û li bajarê Vrîvîskî li ser deryaya Reş li başûrê Rûsyaya îro hatin niştecîkirin.

Piştî 11 sal mayîna li Yekîtiya Sovyetê, sala 1958an rejîma paşayetî li Îraqê rûxiya û sîstema hikûmî ya komarî bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin û desthilata Îraqê girtin dest, bi hatina ser desthilata komariyan rêya vegeriyana Barzaniyan ji Yekîtiya Sovyetê hat vekirin û di dîroka 16ê nîsana 1959an de li gel tevahiya cangoriyên Barzanî bi siwarê keştiya Groziya û bi rêya bendera bajarê Besrayê vegeriyaye başûrê Kurdistanê.

Di sala 1968an de Şehîd bûne.

Serçave:

1- Kovara Peyama Eylûlê, hejmar 21, tîrmeha 2011, dîdarek taybet li gel xebatkar û kolnederê şoreşên Barzan û Komara Mehabadê û Şoreşa Eylûla Mezin û Gulanê (Ehmed Mistefa Kaniyelincî), dîdar: Xoşawî Elî Bapîr, r31.

2- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla Zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam- Çapxaneya Xebat - 1996z), r 32.

3- Zerar Silêman Beg Dergeleyî, Bîranînên min di salên 1943- 1977, Çapxaneya Rehend- Silêmanî, 2002.

4- Xo-nedest-dan û derbaskirina rûbarê Aras, amadekirina Mekteba Rewşenbîrî û Ragihandina Lqa 12, 2009.

5- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

6- Reşîd Mela Elî Kolekî, Jiyan û berxwedan di Parzinkê hevalê Barzanî yê nemir (Kazim Şanederî) de, Çapxaneya Rojhilat- Hewlêr, 2019.

7- Di bîranîna fermandeyê Şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).