Jînenîgarî

Mel Mihemedemîn di sala 1907an de li gundê Lêrî yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li devera Barzan ji dayik bûye, piştî hilgirsiya Şoreşa Yekem a Barzan li Başûrê Kurdistanê di sala (1931-1932) de koçberî welatê Tirkiyeyê bûye. Zewicî bûye û xwediyê kurekî du salî bûye.

Xebatname

Piştî hilgirsiya Şoreşa Yekem a Barzan li Başûrê Kurdistanê û bi taybetî navçeya Barzan (1931-1932), peywendî bi rêzên artêşa şoreşger ve kiriye. Sala 1943an û piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsiya Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945), ji bo cara duyem peywendî bi rêzên artêşa şoreşger ve kiriye û beşdarî di şerên girtina polîsxaneyên navçeya Barzan de kiriye. Sala 1945an û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945), hevrê digel cangorî û malbatên barzaniyan koçberî Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê di destpêka sala 1946an de, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û pileya serqûle wergirtiye, piştî rûxana Komara Dêmokrat a Kurdistanê di meha Kanûna Yekem a sala 1946an de, hevrê digel artêşa şoreşger a Barzan bi fermandariya cenêral Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyan li dijî artêşa şahanşahî ya Îranê, bi navçeya Nazdardaẍa sêgoşeya sînorê Îran-Îraq-Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên artêşê de li navçeya hoza Mizooriya cîwar bûye.

Di dîroka 6ê Gulanê ya sala 1947an de û piştî biryara dîrokî ya cenêral Mistefa Barzanî di civîna Ergûşê de, bi xwe radestnekirina wan bo hikûmeta Îraqê û rêkirina wan ber bi Yekîtiya Sovyetê, hevrê digel artêşa şoreşger a Barzan bi zêdetir ji pêncsed cangoriyan û bi serkirdatiya cenêral Mistefa Barzanî biryara çûyînê dide û dibe yek ji hevalên Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê û di 15ê Nîsana 1947an de di şerê çûyîna bo Yekîtiya Sovyetê de du caran bi giranî birîndar dibe û di encamê de di 12ê Hezîrana 1947an de Şehîd dibe û li gundê Hasûn ku dikeve sêgoşeya sînorê Îran û Tirkiye û Rûsyayê tê veşartin.

Çavkanî:

1-Govara Dengê Pêşmerge, hejmar 154, Kanûna Duyem 2011, Şehîdê fermande Mel Mihemed Emîn Omer Lêrî.

2-Zirar Silêman Beg Dergelêyî, Bîranînên min di salên 1943-1977, Çapxaneya Rehend- Silêmanî, 2002.

3-Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla Zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).

4-Xwebêdestewenedan û derbaskirina rûbarê Aras, amadekirina Mekteba Rewşenbîrî û Ragihandina Laqê 12, 2009.

5-Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

6-Reşîd Mela Elî Kolekî, Jiyan û berxwedan di parzinkê hevalê Barzani yê nemir ((Kazim Şanederî)) da, Çapxaneya Rojhilat- Hewlêr, 2019.