Mihemed Hesen, nasnavê wî (Mela Mihemed Hesen Vajo), sala 1911 li gundê Vajo yê ser bi nahiyeya Pîranê ya qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye, sala 1945 awareyê Îranê bûye. Zimanê Kurdî û Rûsî dizanî. Sala 1961 Şehîd bûye.
XebatnameSala 1943 peywendî bi Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û beşdarî qişleya Şanedêrê û Xêrzokê kiriye. Yek ji cangoriyên Hêzên Barzan li Komara Kurdistanê li Mehabadê bûye, beşdarî şerên dijî êrîşên artêşa Îranê bo ser Komarê kiriye.
22ê gulana 1947an hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qoturê û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan a bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê "Nexçevan"ê yê Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirî derdora wê hatibû girtin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serpereştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan perwerdeya serbazî dîtine. Di heman demê de rojane bo heyama çar saetan ji aliyê hinek hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çerçûkê ya nêzî "Taşkend"a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di perwerdeya serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û ew jî destpêbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma Mihemed Hesen di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Mihemed Hesen di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û beşdarî şerên wê kiriye, di 12ê kanûna pêşîn a 1961ê de li devera Badînanê Şehîd bûye û termê wî li goristana Xorkê bi xakê hatiye spartin.
Çavkanî:1- Hamîd Gewherî, Mîdalyayê Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).
3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Omer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhengî Coğrafyayê Hewlêr, (Hewlêr- Belavkirinên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna fermandeyê Şehîd Hesoyê Mîrxan Cajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).
9- Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd Lîl-Neşr- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweyê Rizgarixwazî Kurd 1931- 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).
12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





