Mela Mihemedemîn Mela Hacî Mehmûd naskirî bi Mela Mihemed Emîn Gûzelingeyî di sala 1939an de li gundê Gûzelingeyî yê devera Balekayetî li sînorê qezaya Çoman ji dayik bûye, piştî nesko ya şoreşê di sala 1975an de Mela Mihemedemîn û malbata wî awareyî Îranê dibin û tên veguhestin bo bajarê Esfehan, xwediyê 5 kur û 2 keçan e, di temenê 81 saliyê de di 17ê hezîrana sala 2020an de koça dawî dike û li gundê Gûzelingeyî yê ser bi qezaya Çoman tê veşartin.
Xebatnamedi sala 1958an de peywendî bi rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike û dibe kargêrê rêkxistina Helgurd li bajarê Kerkûkê, Mela Mihemedemîn Gûzelingeyî li Kerkûkê serbaz bûye û li gel hilgirsa Şoreşa mezin a Eylûlê sala 1961ê peywendî bi şoreşê dike û rû dike devera Balekayetî.
piştî derbasbûna salekê di pêşmergatiyê de di sala 1962an de Mela Mihemedemîn, li gundê Bêşê yê ser bi nahyeya Simîlan, ji bo yekemîn car çavê wî bi Mela Mistefa Barzanî dikeve, her di wê dîtinê de dibe cihê baweriya cenabê Mela Mistefa Barzanî, di sala 1963an de beşdarî dastana Bersirînê dike, di girtina mexferên nahyeya Gelale û Rayat de rola wî ya bilind heye û piştî tomarkirina wan serkeftinan mamosta Mela Mihemedemîn li gel Mela Mistefa Barzanî û pêşmergeyên wî diçe devera Bêtwate, di sala 1964an de li gel hevalên xwe vedigerin deverê û baregehên xwe li Dergele û Hawdiyan û Dêlzîyan cîgir dikin, çendîn dastanên tijî serwerî tomar dikin, di sala 1967an de bi fermana serkirdatiyê dibe endam di beşa serbazî ya mekteba sîyasî de, di sala 1970yî de dibe endamê navçeya Balek û di dadgeha şoreşê de berdewam dibe di xizmetê de.
piştî nesko ya şoreşê di sala 1975an de awareyî Îranê dibe û tên veguhestin bo bajarê Esfehan û her li wir dibe berpirsiyarê rêkxistina Esfehanê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di sala 1983an de dibe berpirsiyarê îdareyê li baregeha serkirdê nemir Îdrîs Barzanî li navçeya Hacî Omeran, di sala 1979an de dibe kargêrê navçeya Balekî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di navbera salên (1981-1993) de dibe kargêrê lqa 2 û berpirsiyarê beşên darayî û şehîdan.
sala 1988an wek berpirsiyarê hêzên lqa du beşdarî dastana Xwakurkê dike û rolekê berçav digêre û her di wê dastanê de birîndar dibe. Di raperîna sala 1991ê de beşdarî azadkirina Kurdistanê dike û rolekê berçav heye di azadkirina bajarê Kerkûkê de.
di kongreya 7 heta kongreya 13 wek endam beşdarî kiriye û di kongreya 11 di sala 1993an de berbijêr bûye bo serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di sala 1993an piştî kongreyê tê kirin kargêrê lqa 10 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di navbera salên (1999-2000) de dibe endamê dezgeha Eylûlê ya Soran, di sala 2007an de dibe endamê dezgeha bilind a Eylûlê, di sala 2010an li Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi sedema jêhatîbûn û rola xwe ya dîyar di nav partî û pêşmergatiyê de, ji aliyê serok Mesûd Barzanî medalyaya rêzlênanê ya Barzanî jê re tê bexşîn.
Çavkanî:Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê





