Jînenîgarî

 Mewlûd Resûl Ebdulla, di sala 1941 li qezaya Mexmûr ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, mijûlî karê cotyariyê bûye, xêzandar bûye, xêzana wî navê wê Necîbe Ezîz bûye û xwediyê du kuran bûye bi navên Helgurd û Henderên.

Xebatname

Mewlûd Resûl Ebdulla, di sala 1961 bûye Pêşmerge di batalyona Faris Bawe ser bi Hêzên Deşta Hewlêrê, bi sedema qaremanî û çavnetirsiya xwe zû dibe cihê baweriya Faris Bawe û wî dişîne ji bo xizmeta Kak Îdrîs Barzanî û dibe Pêşmerge di desteya çalakiyên nava bajarê Hewlêrê ku rasterast fermana xwe ji Kak Îdrîs wergirtine, û paşê li gel her yek ji Seyîd Kake û Ekrem Mentik çend caran ji bo erka taybet diçin nava bajarê Hewlêrê û bi serkeftî erka xwe cîbicî dikin û vedigerin cem Kak Îdrîs.

Şehîd Mewlûd Resûl Ebdulla, Pêşmergeyekî çalak bûye, çendîn erk û çalakiyên نهێنی (veşartî) encam dane, koda desteya wan (Jo Bikrîn) bûye ku piraniya çalakiyên wan bi wê kodê dest pê kiriye, paşê pileya fermandeyê desteya çalakiyên nava bajar û pileya fermandeyê batalyonê werdigire.

Di sala 1975 hêzeke mezin a artêşa rejîmê êrîş dike ser sengerên Pêşmerge li çiyayê Makok, piştî têkçûna êrîşê û paşekişeya serbazan bi tundî bordûmanî sengerên Pêşmerge kirine, Şehîd Mewlûdê Sor di wê bordûmanê de topikek lê dikeve û şehîd dibe, her wê rojê û piştî asayîbûna rewşê hevsengerên wî li çiyayê Makok wî bi xakê dispêrin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.