Jiyanname

Mihemed Axa Mehmûd Seîd di sala 1946an de li gundê Zmnako yê ser bi nahiyeya Derbendîxanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, di sala 1974an de awareyê welatê Îranê bûye û li nişîngeha Dizliyê niştecih bûye, navê hevjîna wî Xecîce Yûsif û kurên wî Hememîn, Farûq, Fettah û keçên wî Amîne û Befraw bûne, di sala 1984an de Şehîd bûye.

Xebatname

Mihemed Axa Mehmûd Seîd di sala 1967an de peywendî bi rêzên Şoreşa Eylûlê ve dike û li Liqa Zmnako ya ser bi Betalyona şeşem a Bemoyê bi fermandariya Fazil Talebanî ser bi Hêza Xebatê bi fermandariya Ebdulwehab Etruşî dibe Pêşmerge, piştî beşdarîkirin di hemû rûbirûbûnên rejîmê de li wê deverê pileya serpelî wergirtiye, di sala 1974an de awareyê welatê Îranê bûye û li nişîngeha Dizliyê niştecih bûye, peywendî ligel Nadir Hewramî dibe û di sala 1978an de dîsa dibe Pêşmerge ligel Nadir Hewramî û pileya fermandeyê deste werdigire, ji bo çalakiyên partîzanî vegeriyane ser sînor û navçeyên Şarezûr û Hewramanê, di sala 1984an de di dema vegeriyana wan ji çalakiyekê li Sertekê Bemoyê mîneke çandî di bin wî de diteqe û Şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.