Jînenîgarî

Mihemed Reşîd Mihemed di sala 1927an de li gundê Babsêva yê qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di şerê li dijî şahnişîna Îranê de di sala 1946an de bira û xwişkekî wî bi navên Tahir Reşîd û Helîme Reşîd şehîd dibin. Li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî li gel Rabîe ya xelka Qefqasê pêk aniye, di 5ê Eylûla 1949an de di lîstikeke zoranbaziyê de karî şikestê bîne bi palewanekî navdar ê wê demê yê Rûsî, herwiha di lîstikeke parsenganê de jî li gel çend lîstikvanên wî welatî karî pileya yekem bi dest bîne û madalyaya şeref û qaremaniyê jê re bê bexşîn.

Xebatname

Sala 1943an û piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsandina Şoreşa Duyemîn a Barzan, peywendî bi rêzên leşkerê şoreşger ve kiriye û beşdarî di şerên girtina polîsxaneyên navçeya Barzan de kiriye. Sala 1945an û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945), hevsengê cangorî û malbatên Barzaniyan awareyê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê serê sala 1946an, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha Kanûna yekem a sala 1946an, hevsengê leşkerê şoreşger ê Barzan bi fermandeyiya ceneral Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyan li dijî artêşa şahnişîna Îranê, bi navçeya Nazdardaẍa sêgoşeya sînorê Îran-Îraq-Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên leşkerê de li navçeya hoza Mizooriya cîwar bûye.

Di rêkefta 6ê Gulan a sala 1947an û piştî biryara dîrokî ya ceneral Mistefa Barzanî di civîna Ergûşê de, bi xwe bi dest ve nedan (xwe radest nekirin) bi hikûmeta Îraqê û rêkirina wan ber bi Yekîtiya Sovyetê, hevsengê leşkerê şoreşger ê Barzan bi zêdetir ji pêncsed cangoriyan û bi serkirdetiya ceneral Mistefa Barzanî biryara çûyînê dide û dibe yek ji hevalên Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê. Di dema 28 roj rêkirina berdewam bi nav zehmetî û sirûşta rê û rûbirûbûna serbazî ya artêşa her sê welatên Îraq, Tirkiye û Îran û piştî serkeftina wan di şerê navdar ê deşta Şût û derbaskirina wan di pirra Qizildaẍa Makoyê, serencam di rêkefta 18ê Hezîranê hevsengê cangoriyên Barzanî di rûbarê Aras û sînorê Yekîtiya Sovyetê derbas bûye.

Piştî derbaskirina sînor, ji aliyê Sovyetan ve li gel tevahiya cangoriyên Barzanî wek dîlên şer hatine veguhastin bo bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê. Piştî ku Moskowê biryar da Barzaniyan wek penaber werbigire û piştî rêkeftina ceneral Mistefa Barzanî û Cefer Baqirovê serokkomarê Azerbaycanê, li gel tevahiya cangoriyên Barzanî hatine veguhastin bo serbazgeheke ser deryaya Xezer li nêzî Bakûya paytexta Azerbaycanê û ji aliyê efserên Azerbaycaniyan ve hatine xistin ber meşqa çirr a serbazî û her li wir jî dersa fêrbûna nivîsîn û xwendina zimanê Kurdî ji aliyê efserên Kurd ve hatiye gotin.

Piştî têkçûna peywendiyên navbera ceneral Mistefa Barzanî û Cefer Baqirov û derketina niyazxirabî û dudiliya Baqirov beramber Barzaniyan, li gel tevahiya cangoriyên Barzanî di rêkefta 29ê Tebaxa 1948an ji Komara Azerbaycanê hatine veguhastin bo komelgeha Çirçûk a Komara Ozbekistanê û li wir jî bo cara duyem bi şêweyeke demkî hatine xistin ber meşqa serbazî.

Di meha Adara sala 1949an piştî pilangeriyên Baqirov û Bêryayê alîkarê Stalîn, cangoriyên Barzanî ji hev hatin cudakirin û bi şemendefer kom kom bi ser gund û kîlgehên Kelxoz û hereweziyên Komara Ozbekistanê de hatin belavkirin û bo peydakirina bژیویya jiyana xwe hevsengê dîlên Almanî hatin xistin ber suxre û karê zehmet ê rojane.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê ceneral Mistefa Barzanî ve bo koşka Kremlîn û desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê, serencam nameyeke Barzanî gihîşt destê Stalînê serokê Yekîtiya Sovyetê. Piştî gihîştina nameya Barzanî, ji aliyê Stalîn ve biryar li ser çêkirina lijneyekê hat dayîn bo lêkolînkirin li ser barûdoxa Barzaniyan û serencam bo careke din û sala 1951an tevahiya Barzanî ji hev hatin komkirin û li bajarê Vrêvskî ser deryaya Reş li başûrê Rûsyaya îro hatin niştecîkirin.

Piştî 11 sal mayîn li Yekîtiya Sovyetê, sala 1958an sîstema hikûmî ya paşayetî li Îraqê rûxa û sîstema komarî bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim desthilata Îraqê girt dest, bi hatina ser desthilata komariyan rêya vegera Barzaniyan li Yekîtiya Sovyetê hat vekirin û di rêkefta 16ê Nîsana 1959an li gel tevahiya cangoriyên Barzanî bi siwarê keştiya Grorziya û bi rêya bendera bajarê Besrayê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li gel hevjîn û du zarokên xwe li gundê Babsêva niştecî bûn.

Sala 1961an û piştî têkçûna peywendiyên navbera Barzanî û Ebdulkerîm Qasim û lêbûna hikûmetê ji wan sozên bi Kurdî dabû, şoreşa neteweya Kurd hilgirsaye û Mihemed Reşîd peywendî bi rêzên şoreşê ve kiriye û beşdarî piraniya şeran kiriye wek şerê Serî, Meydan Mûrîk, Serê Pîrs, Milê Sarîcê, di şerê Milê Sarîcê birîndar bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di sala 1975an, navbirî dûr tê xistin bo başûrê Îraqê û li komelgeheke li parêzgeha Dîwaniye niştecî tê kirin û di sala 1980an tê veguhastin bo komelgeha zoremlê bi navê (Quds) li Hewlêrê, di sala 1981an vedigere gundê Babsêva li navçeyên azadkirî. Her wê salê peywendî bi rêzên Şoreşa Gulanê ve kiriye û di sala 1983an beşdar dibe di şerê devera Nêrwe û Rêkan, sala 1985an beşdarî şerê Girdeşvan li devera Lûlan bûye, sala 1988an piştî Enfalê navbirî awareyê Îranê dibe, di raperîna 1991an vedigere û li gundê Babsêva niştecî dibe.

Beramber hewl û mandûbûnên wî bo serxistina bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurdistanê, di Kongreya 13an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî nemir jê re hatiye bexşîn.. Di şeva 12 li ser 13ê meha Gulan a sala 2011an bi sedema nexweşî li nahiyeya Şêladizê ser bi qezaya Amêdiyê koça dawî kiriye.

Serçave:

1-Govara Dengê Pêşmerge, hejmar 172, Tîrmeha 2012, Serwerînameya şehîd Mihemed Reşîd Mihemed, l92-93.

2-Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z), l33.

3-Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.