Jînenîgarî

Mistefa Elî Qadir Hesen, di Sala 1936 li gundê Xetê yê ser bi Dola Balîsan ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, hevjîna Mistefa Elî navê wê Helîme Bapîr e û kurê wî navê wî Elî ye û keçên wî navên wan Hemîn, Asya û Şukriye ye.

Xebatname

Mistefa Elî di Sala 1961 bûye Pêşmerge di hêza Hacî Rehman Şêx Wesanî de, ev hêz serbixwe bûye û rasterast peywendiya wan bi Baregeha Barzanî re hebûye, herwiha baregeha vê hêzê li devera Aşa bûye li Dola Bileyî.

Mistefa Elî di Sala 1962 di rûbirûbûneke ligel serbazên rejîma Baasê de gule li lingê wî yê rastê dikeve û birîndar dibe, fermandeyê hêza wî destûra sê mehan dide wî heta çareseriyê werdigire, lê Mistefa Elî piştî 42 şevan ji wergirtina çareseriyê û bêhnvedanê, peywendî bi şoreşê re dike, di Sala 1963 di girtina çiyayê Korêk, di sengerê Kepke Qelî de gule li sîngê Mistefa Elî dikeve û Şehîd bûne, laşê wî li cih dimîne û yek ji wan Şehîdan e ku gora wî nediyar e.    

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.