Muhemmed Hesen Selîm Ehmed, nasraw bi Muhemmed Hesen Baclûrî, di Sala 1933 de li Baclûrî ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, heta qonaxa şeşê ya seretayî xwendiye, di Sala 1975 de piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê Îranê bûye, ji bilî zimanê dayikê her du zimanên erebî û farisî zanîbûne.
Di Sala 1961 de peywendî bi Hêzên Pêşmerge kiriye, di hêza Elî Xelîl de bûye Pêşmerge, ji ber azayetiya xwe û zîrekî hatiye kirin fermandeyê batalyona 4 a Hêza Dihokê, di Sala 1976 de beşdarî xulekî topavêjiyê kiriye, di çendîn şerên dijî Artêşa Iraqê de beşdarî kiriye, di Sala 1968 de li şerê Çiyayê Pîrûmera li parêzgeha Dihokê birîndar bûye. Di 26ê çiriya paşîn a 1983an de di şerê Şino de Şehîd bûne.





