Muhemmed Sadiq di sala 1945an de li gundê Sêkanî yê ser bi nahiyeya Teq Teq a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê ajaldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, Muhemmed Sadiq zewicî bûye û navê hevjîna wî Xunçe Seîd bûye, xwediyê sê kur û sê keçan bûye bi navên Qadir, Şukir, Sabir, Gulêxa, Kejê, Kaban. 

Sala 1969an peywendî bi Şoreşa Eylûlê dike û dibe Pêşmerge li lîwaya Nesredîn Mistefa ya ser bi Hêzên Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Piştî daxuyaniya 11ê Adara 1970yî Muhemmed Sadiq wek Pêşmergeyê Baregeha Hêzên Deşta Hewlêrê dimîne. 

Di meha Tebaxa 1974an de Muhemmed Sadiq û çend Hevsengerên wî ketine ber êrîşa firokeyên rejîma wê demê ya Îraq û li nêzîkî gundê Nawpirdan a devera Çoman, Muhemmed û Hevsengerekî wî ku bi Gaynêceyî tê naskirin Şehîd bûne, piştre ji aliyê gundnişînên wê deverê ve hatine veşartin.

Çavkanî:

- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.