Jînenîgarî

Şehîdê fermandey Nayif Mûsa Boselî, sala 1962an li gundê Boselê li devera Zaxo hatiye ser dinyayê, li gundê Boselê xwendina xwe ya seretayî bi dawî aniye û xwendina xwe ya navendî li komelgeha Bêrsivê bi dawî aniye, ji bo dirêjîpêdana bi xwendina xwe qesta bajarê Zaxo kir û li amadehiya pîşesaziya Zaxo xwendina xwe bi dawî anî, di sala (1981-1982) di xwendinê de dibe serkeftiyê yekê li ser asta parêzgeha Dihokê, di sala 1988an Şehîdê qehreman digel xêzana xwe awarey Tirkiyê dibin û li kampa Diyarbekirê akincî dibe, piştî serhildana sala 1991ê dê vegere bo xaka nîştiman, li 5ê hezîrana 1998an li çiyayê Gabnêrkê li devera Kanî Masî Şehîd dibe, ji hêjayî amajepêkirinê ye digel wê çendê da ku Şehîd Nayif Boselî Pêşmerge û fermandeyekê qehreman bû herwesa hozanvan û ragehandinkarekê serkeftî bûye, di hemî helkeft û bîranînên neteweyî da rolekê berçav hebû, herwesa dîwaneka hozanvanan bi navê (Ji derdên awarebûnê) li sala 1998an çap û belav kiriye.

Xebatname

Şehîdê fermandey Nayif Mûsa Boselî, li sala 1978an xwe digihîne nav rêzên rêxistinên نهێنی yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û dibe kadroyê rêxistina Hêzil ya نهێنی û paşê dibe berpirsiyarê rêxistina Eylûlê, li sala 1981ê peywendî bi rêzên leşkerê şoreşgerê Kurdistanê dike li sînorê lîjneya Zaxo û dibe Pêşmerge û her li vê salê da hat veguhastin bo baregehê lqa êk û bo mawê sê heyva dibe kadroyekê serkeftî li baregehê lqa êk, paşî dihête veguhastin bo baregehê mekteba siyasî ya Partî li Rajan wekî kadroyê beşê îdarê, di navbera sala (1982-1983) carek dî hat veguhastin bo lqa êk.

Sala 1984an bûye endamê (L,Y,Q,L,D) li komîteya devera Zaxo, paşê li sala 1985an dibe berpirsiyarê gumrika Zawîtê paşê dibe berpirsiyarê gumrika Heftenînê, piştî maweyekê dibe kadroyê rêxistineka leşkerî, li sala 1986an dihête veguhastin bo rêxistina leşkeriya Eyn Zalê.

Li demê serhildana 1991ê Şehîd Nayif Mûsa digel hevalên xwe yên Pêşmerge da dewrekê pîroz û karîger dibîne û piştî serhildanê dibe kadroyekê çalak û aktîvê hizbî li devera Zaxo û di wî maweyî da çendîn pile û payeyên berpirsiyarî li sînorê lîjneyên Zaxo, Derkar, Xebat pê dihêne dan.

Di damezrandin û danana dezgehên şer'î yên hikûmî û emnî li Zaxo da rolekê çalak dibîne, li demê danana rêvêberiya asayişa Zaxo dibe Efser li rêvêberiya asayişa Zaxo û paşê dibe cîgirê rêvêberê asayişa Zaxo heta sala 1995an berdewam bûye, li sala 1996an bûye cîgirê berpirsiyarê lîjneya eskerî li Zaxo.

Li sala 1997an bûye fermandeyê betalyona Xabûr ya partîzanî li Zaxo, paşê bûye fermandeyê betalyona êk ya ser bi Artêşa Iraqê ve li Zaxo, Şehîd li sala 1997an beşdarî di xuleka leşkerî li kolîja leşkeriya Zaxo da dike û vê xulê da dibe serkeftiyê yekê li ser hemû fermandeyên beşdar di vê xulê da, herwesa Şehîdê Nayif Boselî di hemî bizav û çalakiyên leşkerî da rolekê çalak û mezin dibîne, li 15ê hezîrana 1998an li çiyayê Gabnêrkê li devera Kanî Masî li şerrekê granda Şehîdê fermandey bersingê terorîstan digire û di vî şerrî da Şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîvî desteya ensîklopîdiya Partî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.