Şehîd Nezîr Mistefa Muhemmedselîm, sala 1967an li gundê Ergoş a nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Qonaxa seretayî li gundê Ergoş xwendiye û sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ligel malbata xwe awareyî welatê Îranê bûye. Di awareyiyê de dest bi xwendinê kiriye.
Sala 1980yî peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekar û Lawan kiriye. Heman sal peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û berpirsiyarê rêxistina Yekîtiya Xwendekar û Lawan bûye. Sala 1986an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge.
Sala 1987an li Dola Baleyan a li devera Balekayetî di êrîşekê de bo ser molgehên Artêşa Iraqê Şehîd bûne û li goristana Baleyan hatine veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





