Şehîd Nûrî Mela Ehmed Mistefa, sala 1954an li gundê Bollê yê ser bi qezaya Sîdekanê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye.

Sala 1973an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge, di Şoreşa Gulanê di rêkxistinên nihênî de kar kiriye, sala 1991ê piştî raperîna Başûrê Kurdistanê careke din peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û bûye Pêşmerge, di sala 1992an de piştî pêkanîna Leşkerê Kurdistanê yê ser bi Wezareta Pêşmerge, di Lîwaya Hevbeş a Sîdekanê de pileya Fermandeyê batalyonê jê re hatiye dayîn, di roja 8ê çiriya pêşîn a 1992an de di şerê berevanîkirin li serweriya yasayê de, li Çiyayê Zerara yê devera Sîdekanê, ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye şehîdkirin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.